Civak

Nijadperestiya çepên tirk û referanduma Kurdistanê

Partiya Niştiman (Vatan Partisi) a Tirk a ku Dogu Perinçek serokatiya wê dike, li dijê referanduma serxwebûnê çalakiya dike. Partiya Perinçek ji tradisiyonek çep hatiye û niha li Tirkiye wek çepên netewî xwe bi nav dikin û herweha xwe mîratxwarên Ataturk dibînin.Li bajarê Bursayê li qadekî sekinin û li dijê referanduma serxwebûnê îmze kom kirin. Vêca dê wan îmzan pêşkêşî kû derê bikin nayê zanin.Di pankarta xwe de nivîsine “ Ji bo referanduma Kurdistanê izin nayê dayîn. Bila Încîrlik bê girtin“Sekretera bajarê Bursayê ya partiya Vatanê Semra Yilmaz di daxûyaniyekî de got: Încirlik ji bo referanduma Kurdistanê pişgiriyê dike çekan ji bo wan rêdike. Divê bê girtin. Ji aliyek din Îsrail û Amerika pişgiriya dewleta Kurdistanê dikin û referandum plana damezirandina Îsraila duyeme.(Ev gotina Îsraila duyem hinek din jî dibêjin).Yilmaz berdewamiya axavtina xwe de dibêje: Divê hukumeta Tirkî nûnertiya Erbil li Tirkiye bigre, bila deriyê Xabur bê girtin.Ev referandum ji bo aşitiya cîhanê tehdîteke.Di bingehê xwe de ev gotara hemû kesên li dijê serxwebûna Kurdistanê derdikevin ya hevbeşe.Dema mirov guh dide van gotaran behtir pêwistiya dewleta kurd derdikeve holê. Gerek ev gotar bibe guharek di guhê her kurdekî de, da ku bête zanin eger kurd nebin dewlet tu cara ji zilm û zordariya xilas nabin.

Back to top button