Malper | Nivîsar | Goran hêzeke desthilatxaze ne reformxaze

Goran hêzeke desthilatxaze ne reformxaze

Tevgera Goran xwe weke hêzeke opoziyon daye diyar kirin û ew xwe weke hêzeke reformxaz hisab dike. Lê gelo di rastiyê de wisaye? Goran reformxaze yan desthiltaxaze? Serokatiya Goranê ku li jêr hatiye diyar kirin, hemûyan her ji damezrandina YNK heta berî du salan jî di postên herî bilind di nav YNKê de xebitîne. Dem Celal Talebanî bû serokomarê Îraqê, di nav serokatiya YNKê de li ser ka dê kî li Kurdistanê kesê yekem û biryarder be di nva YNKê de problem derket û li ser vî esasî ku Newşêrwan û cimaeta xwe ji YNK veqetiyan. Anko li ser desthilatê û perey bû û ne li ser reforman û tiştên din bû.

Dema Newşêrwan ji YNK veqetiya bihêceta ku kompaniyayeke mediyayê ya serbixwe veke 10 milyon dolar ji YNK û 5 milyon dolar ji PDK wergrtin û kompaniyaya Wişe avakir. Ew kompaniya Wişe ya ku bi pareyên YNK û PDKê hatiye avakirin rêveberiya rojnameya Rojname organa Goranê û telefizyona asmanî KNN dike, û her du saziyên ragehandina nuha dijatiya hikûmeta herêma kurdistanê dikin. Ma ev ne xapandine? Gelo çaksazî (reform) wisa dibe?

Îro jî digel de 265 karmandên ragehandina Goranê meaşên xwe ji hikûmeta herêma Kurdistanê werdigirin ku, meaşê wan mehê dike 181 miyon dînar, bêy ku wan 265 karmendan wezîfeyeke hikûmî hebe, bi tenê ji bo kanalên ragehandina Goranê kar dikin.

Ev li jêr endamên seroaktiya Goranê:

1- Newşêrwan Mistefa cîgirê yekem yê Celal Talebanî û biryarderê yekem yê nav YNK bû.
2- Mihemed Tewfîq endamê polîtbûroya YNK bû.
3- Mam Rustem fermandarê leşkerî bû.
4- Osman Banîmaranî endamê serokatiya YNK bû serokê kutleya YNK bû li parlamentoya Kurdistanê.
5- Qadirê Hacî Elî endamê polîtbûroya YNK bû.
6- Aso Elî endamê polîtbûroya YNK bû.
7- Sefîn mela Qere endamê serokatiya YNK bû.
8- Omer Seyd Elî endamê polîtbûroya YNK bû.
9- Celal Cewher endamê polîtbûroya YNK bû.
10- Babekir Direyî endamê polîtbûroya YNK bû.
11- Kawe Ebdula serokê civata Silêmaniyê bû.
12- Eqîd Wişiyar rêveberê polîsên Silêmaniyê ser bi YNK ve bû.
13-   Kwêstan Mihemed seroka kutleya YNK bû li parlamentoya Kurdistanê û nuha jî seroka kutleya tevgera Gonanê ye li Parlamnetoya Kurdistanê.
14- Şoreş Hacî berpirsê rêxistinên YNK bû li Berîtaniyayê, nuha endamê parlamentoya Îraqê ser bi tevgera Goranê ye.
15-  Dana Mecîd Mihemed waliyê Silêmaniyê bû û li ser destê wî Silêmaniyê wêran bû û bi milyonan dolar berzne. Biryara girtina wî ji aliyê mehkemê ve derketiye lê xwe li ba Goranê asê kiriye.

Di van bîst salan de ev kesne li kîve bûn?


Nêrîn (1 nivîsand):

R.Sîtav di 09/04/2011 13:41
avatar
Pêzanînên wusa pêwîst in. Ji berku divê gelê Kurdistanê "dijberan" (opozîsyonan) ba$ nas bike.. Gelo rastî jî, ew dijber bo berjewendîyê Kurd û kurdistanê kar dikin, an bo dijitîyê kar dikin.!?
Mala te ava rêzdar Nasrat Hacî.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

Xwepêşandana Banyas(Vîdeo)

Li Sûrî xwepêşandan berfireh dibin bi demjimêran nûçeyên nû tên . Li bajarê Banyas xwepêşandanek girsehî pêkhat....



Di nav Goranê de alozî, Noşêrwan çû Ewropa
Li gor nûçeyeke rojnameya Awêne alozî di nav Tevgera Goranê de çê bûye û di navbera Noşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goran û kadiroyên din yên ...
Diyardeya silêmançîtîyê di nav YNKê de
Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) heta nuha nikariye namzadê xwe ji bo postê cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar bikin û di vî warî de, ji ...
Şeş parlementerên Tevgera Goranê îstêfa dikin
Li gor nûçeyeke jimareya îro ya rojnameya Hawelatî  dê parlamenter dr. Şaho Seîr, dr. Zana Reuf û dr. Cafer Elî endamên parlamentoya Kurdistanê yên ser ...
Newşêrwan Mistefa rojnameya Rojname daxist
Bi biryareke Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê rojnameya Ronmae ku ji kompaniya Wşe dihat weşandin, hat daxistin û îro hijmara dawiyê derdikeve. Li gor Hawelatî, Newşêrwan ...
Newşêrwan Mistefa li ser şerefa serok Barzanî şîvxwarenek amade kir
Îro êvarê, Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê li başarê Silêmaniyê li ser şerefa Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û şandeya pê re, şîvxwarenek amade kir û ...