Malper | Nivîsar | Kurdistan ji aliyê Tirkiye ve fermî tê naskirin

Kurdistan ji aliyê Tirkiye ve fermî tê naskirin

Cemal Uşşak

Rojnemavanê tirk Cemal Uşşak di nivîseke xwe de ku, di malperê Café Siyaset de weşandiye, behsa rastiya hebûna herêma Kurdistanê dike û dinivîse:

- Berî her tiştî ez dixazim bêjim ku hikûmeta herêma Kurdistanê herêmeke û ji aliyê Tirkiyeyê ve bi fermî hatiye nas kirin û di çarçoveyê destûra Îraqê jî de cih girtiye. Ji %17ê budceya Îraqê bo herêma Kurdistanê ye. Serokê wê Mesûd Barzanî ye û serokwezîrê wê jî Berhem Salih e. Van her du kesan bi awayekî fermî serdana Tirkiyeyê kiriye. Serokwezîr û wezîrên me jî serdana wê herêmê kiriye. Paytexta wê herêmê Hewlêr e û konseolxaneya me li wê derê heye.

Rojnamevan dinivîse ku wî li ser vexwandian Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û sporê yê hikûmeta herêma Kurdistanê serdana herêma Kurdistanê kiriye û berdewam dike:

- Min sala 2008ê jî serdana vê herêmê kir, lê di serdana vê carê de, miqayese digel serdana sala 2008ê, hêviya xelkê wê deverê bi Tirkiyeyê gelek bilindtir bûye. Gotinên ji aliyê hindek hizib û gûpên tirkî ve li dijî wê herêmê tê kirin, bê guman, xelkê wê deverê diligiran dikin. Lê xelkê wê herêmê bi wî awayî li Tirkiyeyê nanêrin.

Cemal Uşşak di berdewamiya nivîsa xwe de rastiya Îraqê berçav dike û dinivîse ku Îraq li ser sê herêman hatiye dabeş kirin; herêma Kurdistanê, herêma Şîye û herêma Sunne û her ji nuha li Bexdayê sînorên taxê Kazimya şîyîyan û taxê Azemieya sunenyan hatine diyar kirin.

Li dor peywendiyên abûrî di navbera Enqere û Hewlêrê jî de dinivîse:

- Peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê yên di ware abûrî de gihiştîne astekê gelek bilind û ev têkeliyên abûrî di hemû waran da rengdaye.



Rojevakurd

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Pirsa Kurd û rewşa rojhilata navîn(Vîdeo)

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso TV de bi berpirsiyariya rojnemevan Cemal Batun de, pêşketinên dawî ya rojhilata navîn û pirsa doza Kurd û li van pêşketinan de rewşa Herêma Kurdistan û Tirkiyê dinirxînin....



Serok Barzanî 3 mehê diçe Tirkiyeyê û 3 roja li wir dimîne
Rojnameya tirî behsa pirogramê serdana serok Barzanî bo Tirkiyeyê dike û dinivîse:” Piştî 9 salan Mesûd Barzanî bi sîfetê serokê herêma kurdên bakurê Îraqê serdana Tirkiyeyê dike. Di çarçoveyê pirotokelekî sewiye bilind da dê pêşwazî li Barzanî bê kirin û Barzanî dê bi serokomar û serokwezîrê Tirkiyeyê re bicive.”...
Hewlêr li ser rêya Dubayê ye
Rojnamevan Emek Kaplangil di nivîseke xwe de bi nave (Hewlêr li ser rêya Dubayê ye) ku di malpera Hurriyet de weşandiye, behsa serdana xwe ya ...
Kerkûk pêşeroja têkeliyên tirk û kurdan diyar dike
Rojnamevanê tirk Nur Batur di nivîseke xwe de ku li malpera rojnameya Sabah hatiye weşandin, behsa serdan axwe ya bo Hewlêrê dike û diyar dike ...
Tirk ji hêzbûna Barzanî ditirsin
Beşek rojnemevanên tirk ku li Tirkiye nûnêrtiya hinek aliyên siyasî yên taybet dikin û wek berdevkê hinek îdeolojiyan dinîvîsînin gelek caran li ser pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Tirkiye de nirxandina dikin û li gora xwe bala dewleta Tirkiye dikşîne. Nivîsek di derbarê pêwendiyên herêma Kurdistanî Tirkiye û Surî de.......
Berwarî: Tirkiye ji bo herêma Kurdistan cîran û derîyekî giringe
Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li  Aydin Selcen konsolosê giştiyê konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê kir. Di dîdarekê de cîgirê serokê hikûmeta herêma ...