Malper | Nivîsar | Pêwistiya kurd û tirkan bi biratiyê heye

Pêwistiya kurd û tirkan bi biratiyê heye

Rojnamevan Ebdulrehman Dîilipak di nivîseke xwe de li malpera Haber Vakti de weşandiye, behsa wê yekê dike ku Îraq ber bi parçebûnê diçe û rewşa deverê Trikiye neçar dike digel kurdan hevpeymanekê dirust bikin:

- Kurdên Îraqê di bin kontrola Barzanî û Talebanî de ne. Ji ber ku di nav kurdan cudahî gelek in, dibe ku yekgirtina kurdên Sûrîye, Tirkiye û Îraqê zehemt be û piroblemên mezin jê peyda bibin. Jiber vê yekê Barzanî û Talebanî jî naxwazin ku kurdên Tirkiyeyê digel kurdên Îraqê bibin yekteref.

Rojnamevan Ebdulrehman Dilipak di nivîsa xwe de dinivîse ku herêma Kurdistanê wê yekê paş dizane ku eger wan problem digel Tirkiye, Îran û Sûriyeyê hebin, hinge di tekoşîna xwe de nikarin serbikevin û destkeftiyan bidest bixin:

- Ez dibêjim heta nefesa dawiyê jî kurdên Îraqê dê ji bo parastina yekparçetîya Îraqê bixebitin û xwe ji PKK rizgar bikin û piştevaniya wê yekê bikin daku kurdên Tirkiyeyê digel Tirkiyeyê bimînin.

Navborî dinivîse ku, pêwîste kurd û tirk bi awayekî biratî bi hev re bijîn. Ji ber ku ew mecbûrin, eger bi wî awayî nejîn, hinge di berjewendiya wan de nabe û ji bo aşitiya herêmê jî pêwîstya wan, kurd û tirkan, bi biratiyê heye:

- Hûn dê bi çavên xwe bibînin ku di pêşerojê de kurd hevpeymaniyê digel Amerîka, Rojava û Îsrayîl nakin, lê dê bibin hevpeymanên Tirkiyeyê. Pirsa PKKê jî her bi tenê ne pirsa Tirkiyeyê ye, lê ew pirsa Îran, Kurdistana Îraqê, Îraqê û Sûriyeyê jî ye. PKK nikare di herêmê de rola îstîqrar û balanse bigêre.

 

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Şivan Perwer çima venagere? (Video)

Xeta sorê vegera Şivan Perwer çine?...



Barzanî rolek sereke dileyze
Profesor  Lînor Martin mamosteyê zanîngeha Harward a amerîkayî di hevpeyvîneke xwe de digel rojnamevan Şenay Yildiz li ser pirsa kurdî li Tirkiyeyê got: " Nuha li ...
Kerkûk pêşeroja têkeliyên tirk û kurdan diyar dike
Rojnamevanê tirk Nur Batur di nivîseke xwe de ku li malpera rojnameya Sabah hatiye weşandin, behsa serdan axwe ya bo Hewlêrê dike û diyar dike ...
Tirk ji hêzbûna Barzanî ditirsin
Beşek rojnemevanên tirk ku li Tirkiye nûnêrtiya hinek aliyên siyasî yên taybet dikin û wek berdevkê hinek îdeolojiyan dinîvîsînin gelek caran li ser pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Tirkiye de nirxandina dikin û li gora xwe bala dewleta Tirkiye dikşîne. Nivîsek di derbarê pêwendiyên herêma Kurdistanî Tirkiye û Surî de.......
Tirkiye mecbûrî Barzanî bû
Rojnamevan Orhan Dede di nivîseke xwe de ku di malpera Yeni Mesaj weşandiye behsa peywendiyên Tirkiyeyê digel Buhara Erebî dike û dibêje ku ji sedemê ...
Sistema navdewletî pirsa kurd çareser dike
Rojnamevan Ergun Babahan di nivîseke xwe de behsa çaresriya pirsa kurd li Tirkiyeyê dike û dinivîse ku eger hikûmeta Tirkiyeyê pirsa kurd çarser neke dê ...