Malper | Nivîsar | Pêwîstiya BDP û PKK bi stratejîyeke nû heye.

Pêwîstiya BDP û PKK bi stratejîyeke nû heye.

Mehmet Ali Birand

Rojnamevan Mehmet Ali Bîrand di nivîseke xwe de ku di rojnameta tirkî Hurriyetê de weşandieye, behsa siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê a li hember tekoşîna serbazî li dijî PKKê û kampaniya girtina endamê KCKê dike û dinivîse:

- Ji aliyekî dewlet li dijî PKKê tekoşîna leşkerî encam dide û ji alieyî din jî li bajaran li dijî KCKê kampaniya girtin û binçavkirina encam dide û rojnamevan, siysetmedar û rewşanbîran zîndanî dike, ev yek jî daxistian devê bi milyonan kesan e. Ew kampniya li dijî KCKê tê encam dan, ew peyameke ji bo xelkê wan devaran ku hûn jî her li çiya bin tu rêyên din tu ne.

Bîrand di nivîsa xwe de dibêje ku girtin û binçavkirina rojnamevan, siysasetmedar û rewşanbîran tu fêdeyê nade hikûmetê, bi tenê dê ziyanê bide û PKKê jî bihêz bike:

- Ez di wê baweriyê deme ku girtina wê katagoriya min behis kirî, li şûna fêydê, ziyanê dide û PKKê jî bihêz dike. Tu fêdeya wê tu ne. Eger wezareta navxwe ew pilan danaye, bila baş hizira xwe di wê pilanê de bike.

Rojnamevanê navborî di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje ku dive BDP û PKK jî siyaseta xwe di berçavan re derbas bikin û helwestekî nû ji bo xwe diyar bikin:

- Pêwîste BDP û PKK jî danîşin û siyaseta xwe di berîçavan re derbas bikin û helwestekî nû ji xwe re diyar bikin. Ez yek ji wan kesan im ku baweriyê bi danûstandina digel BDPê li parlamentoyê dikare pirsa kurd bê çareser kirin. Ez rexneyê li Dewletê jî digirim, lê dive BDP û PKK jî stratejyeke nû ji xwe diyar bikin.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Bajarê Hamayê têkbirin (Vîdeo)

Hêzên çekdarên Surî bi dora hemeyê girtinê û mal bi mal digerin xelkê digirin û gelek jî piştî tên girtin di bin îşkenceyê de tên kuştin..Ev weneyê dorpişkirina bajarê Hemayê û zilm a lêşkeran e.....



Rojnamevanên başûr binçavkirina rojnamevanên bakûr şermezar kir
Rojnamevanên başûrê Kurdistanê di civîneke cemawerîde binçavkirina rojnamevanên bakûrê Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên tirkî ve şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo rojnamevanên kurd li ...
Banga azadkirina rojnamevanên kurd li Tirkiyeyê
Ofîsa peywendiyên derve ya Sendîkaya Rojnamevanê Kurdistanê di daxuyaniyekê de girtin û binçavkirina rojnamevanên kurd li Tirkiyeyê û jikarxistina saziyên mediyayê yên kurdan li Stenbul, ...
Dilê tirkan bi direwan xweş dibe
Rojnamevanê tirk Can Dundar di nivîseke xwe de dibêje ku dilê tirkan bi direwan xweş dibe û dinivîse: - Rojnameya Independent ya Birîtanî di nûçeyeke xwe ...
Tirkiye mecbûrî Barzanî bû
Rojnamevan Orhan Dede di nivîseke xwe de ku di malpera Yeni Mesaj weşandiye behsa peywendiyên Tirkiyeyê digel Buhara Erebî dike û dibêje ku ji sedemê ...
Sal 2010: 105 rojnemevan hatin kuştin
Rêxistina lêkolîna li ser rojnamevanan li cîhanê (PEC) di raporta xwe ya sala 2010-ê de, da kifşkirin ku hêjî  jiyana rojnamevanan li gelek welatên cîhanê ...