Malper | Nivîsar | Rewşa Sûriyeyê nirxand

Rewşa Sûriyeyê nirxand

Duhî li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li heyeteke wezareta derve ya Brîtanyayê a bi serokatiya berpirsa dosyeya opoziyona Sûriyeyê ya wezareta derve xanim Fransis Gaia kir.

Di hevdîtinekê de ku, konsulusê Brîtanyayê yê  Hewlêrê jî tê de beşdar bû,  Mesrûr Barzanî, ji bona  baştir di warê çareserkirina pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn de têgihiştineke hevbeş hebe û hemû alî hev du fêm bikin, tekîd li ser berdewamiya hevdîtinên  di navbera London û Hewlêrê de kir.

Mesrûr Barzanî û heyeta mêvan a brîtanî, rewş û aloziyên li Sûriyeyê jî nirxandin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste hikûmet û opozisyona Sûriyeyê xwe ji kar û kiryarên şidetê li dijî hev dûr bixin û ji bo çareserkirina rewşa heye bi awayekî cidî  ji bo diyalog û danûstandineke nîştimanî hewil bidin, reform û guhertinên sereke di nava pergala Sûriyeyê de bikin û bi beşdariya tevahiya pêkhateyan welat ber bi paşerojeke baştir ve bibin.

Heyeta brîtanî hewldanên serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî, ji bo komkirina aliyên kurdî yên  Sûriyeyê û sazkirina kongreyeke birfire bo wan, bi hewldanên girîng û erênî wesif kir û diyar kir ku, merca sereke ya serok Barzanî bo piştgîrîkirina kurdên Sûriyeyê merceke girîng û sereke ye û ev yek jî nîşaneya rola girîng a serok Barzanî ye.

Her du alîyan helwesta welatên cîran û cîhanê ya di derbarê rewşa Sûriyeyê de jî nirxandin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste welatên cîhanê bo bidawîanîn rewşa aloz ya Sûriyeyê helwesteke rûn û eşkere diyar bikin.

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Gotara Serok Barzanî li 13. Kongreya PDK (Video)

Gotara Serokê Herêma Kurdistanê li 13. Kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê...



PDK û YNK civiyan
Li gora nûçeya Kurdistan Tv, her dû mekteb siyasiyên partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê civiyan û di vê civîna han de çend babet ...
Mesrûr Barzanî bi heyteke rûsî re civiya
Duhî (25.01.2012) li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya sefîrê Rusiyeyê yê Bexdayê Valeri Shovayêv kir. Di dîdasrekê  de ku, konsulusê Rusyayê yê Hewlêrê û Hêmin Hewramî nerpirsê ...
Di pirsa Sûryê de Talebanî û Zêbarî
Komkara Welatên Erebî di civîna xwe ya duhî de cezayên abûrî li ser Sûriyeyê pasind kirin, di civîna komkara Welatên Erebî de 19 dewletan ...
Preskonfrensa serok Barzanî li Tirkiyeyê
  Piştî bi dawî bûna civîn û hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Tirkiyeyê û BDPê re, duhî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hotêla Şeraton ya li ...
Li Hewlêrê kurdên rojava li dijî Sûryeyê xwepîşandan kir
Xwepêşandana îro ya kurdên Sûriyeyê ya li ber baregeha Neteweyên Yekgirtî ya li Hewlêrê bi dawî hat û xwepêşanderan daxwaznameyek dan berpirsên Neteweyên Yekgirtî. Yek ji amadekarên ...