Kultur

Nûçeyên derew di rêya serxwebûnê de dibe asteng

Dezgehên medyaya PKKê bi hemû alîyî ve bi derew û dezenfarmasyona êrîşê pêvajoya referanduma serxwebûna Kurdistanê û KDPê dike. Taybetî di hinek medya ideolojiya PKKê radgihîne li dijê serokê Kurdistanê û Barzaniyan nûçeyên derew belav dikin.Kesên PKKê baş nasdikin dizanin ku bingehê nivîsandin û nûçeyên malperên PKKê de têne belav kirin derewin û xeyalîne.Lê ji aliyek din medya PDKê bi xwe jî bi nave bêaliyê û “ medya serbixwe“ bi zanebûn yan ne zanebûn propagandeya PKKê bi awayekî dike û dibe zeminek û ji derew û dezenfarmasyona PKKê re.Erkek ya medyayê, taybetî ew medya xwe “ bê alî “ dide nasandin ewe ku, dema bûyerek bi çewti di cihekî de bî weşandin rastiya wê bûyerê bighînin civatê.Lekolin.org di derbarê Kurdistana Başûr de nûçeyên derew belav dike. Wek din ev malper dijminetiyek ku bingehê wê ji serkaniya dewleta kûr û dezgehên tarî derdikeve, şerê PDK û taybetî yê Barzaniya û rêbaza Barzanî dike.Rojek ji roja ew kes û aliyên xwe li ser rêbaza Barzani dibînin bersiveki ya van nivîsan nadin û behsê jî nakin. Gelo ev bê dengî nabe zeminek ku nûçeyên derew ji aliyê hinek kesan ve rast bê dîtin?Di vê derbarê de gelek tişt hene bêne gotin. Lê herkes rastiyê dizanê û piranî jî bêdengiyê wek akilmendiyekî nav dikin.Di vê pêvajoya zîzî a serxwebûnê de, herkesê serxwebûna Kurdistanê dixwaze, gerek hewlbidin ku, derew û dezenfarmasyona PKKê belav dike vale derêxin.

Back to top button