CîhanPolîtîk

Nûnerê serokê Amerika bi gunehê xwe hesiyaye

Şandiyê taybetiyê serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAÎŞê, Bret Macgurk tekîdê li ser têkelî û dostaniya navbera Hewlêr û Waşîngtonê de û zêdetir pêşxistina wan têkeliyên di navbera her du aliya de heye dike.Nêçîrvan barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 16.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Bret Macgurk şandiyê taybetiyê serokê Amerîkayê ji bo karûbarên şerê dijî DAÎŞî civiyan û her du aliyan, li hember agirbesta navbera hêzên Îraqê û pêşmergeyê Kurdstanê, dilxweşiya xwe diyar kir û bi pêwîstî zanî ji bona çareserkirina tev pirsgrêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyaloga cidî li ser esasê destûrê dest pê bike.

Serokwezîr behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê kir û hêvî xwest ew têkelî zêdetir be bi pêşve biçin û sipasiya hevkariyên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir.Barzanî got ku divê civaka navdewletî ji bona destpêkirina diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê atmosferek minasib biafirînin û Herêma Kurdistanê bi tu awayî terefdara bikaranîna hêzê nîne û ji bo diyalogê hertim amadeye. 

Back to top button