Nûçeyên Kurdistanî

NY ji helwesta Tirka ji bo Efrînê dilgiran e

NY ji helwesta Tirka ji bo Efrînê dilgiran e

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres di derbarê êrişa Tirkiyê li ser Efrînê de helwest nîşan da û ragihand.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî  li ser vê mijarê di bersiva rojnamevanan de da xuyakirin, ev operasyon “dê bibe sedema can ji dest dana welatiyên sivîl” û tekez kir, “her cure pêşhatek me dilgiran dike.”

 

Guterres got: “Ez ji her rewşekê dilgiran im ku têde xelk canê xwe ji dest bidin.”

 

Di wan 10 rojên dawî de Tirkiye hêzeke zêdetir li ser sînorê xwe yê bi herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê re bicih kiriye û herwiha topbarana bi top û hawinan a bo ser wê herêmê berfirehtir kiriye.

 

Li aliyekê din her îro Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli ragihandiye, ku wan bi awayekê praktîkî bi êrişên topxaneyî dest bi operasyona Efrînê kiriye, lê belê tekez kir, ku hêzên wan hêj neçûne nav sînorê Sûriyê.

 

Ew helwesta nû ya Tirkiyê li hember Efrînê piştî wê yekê hat, ku Amerîkayê ragihand dê hêzeke 30 hezar kesî ya ser bi şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve pêk bîne, ku erkê wê dê bi taybet parastina sînorên di bin kontrola HSDê de be.

 

Tirkiye bi wê pêngava Waşingtonê dilgiran bûye û dibêje, ew pêngav metirsiyek mezin bo ser ewlehiya netewî ya wî welatî çê dike û ji ber wê jî ew li hember wê yekê bêdeng nabin.

Nerîna min :