Polîtîk

Ocalan tu cara ferman nedaye min û partiyê

Selahattin Demirtaş di derbarê gotinên xwe yên dadgehê de daxûyaniyek belav kir.Wek tê zanin Demirtaş gotibû : Sala 2010ê dema referanduma ji bo guhertina destûra bingehîn bihata kirin, me wek HDPê biryar girt ku em di referandumê de neçin ser sendoqa û boykoy bikin.Ji aliyek din ve Demirtaş dabû xûyakirin ku dema bûyî kandîdatê serokkomariya Tirkiye  di sala 2014ê de, Erdogan cardin bi rêya Ocalan zext lê kiriye daku xwe ji kandidatiya serokkomariya vekişîne. Yanî Erdogan û hukumetê bi rêya Ocalan zext li Demirtaş kiriye,Demirtaş di daxûyaniya xwe de dibêje: Ji bo babet baş bê têgihandin dixwazim bêjim: Birêz Ocalan tu cara di derbarê karê me de ferman nedaye min û partiyê. Lê hukumetê hinek daxûyaniyên Ocalan wek ferman ji me re digota û didan nîşandan. Lê heta wek îro tu daxwaziyên Ocalan nekarine bi me bidin qebûlkirin. Lê Îmralî pêvajoya çareseriyê wek şantajekî xwestiye bi karbîne. Lê ne me ne jî birêz Ocalan ev yek qebûl nekiriye. Bi vê daxûyaniyê armanca min ne ewe ku ez rojevekî peyda bikim û spekalasyonê bikim. Min xwes ez bersiva hinek gotinên dosya xwe ya dadgehê de bidim. Tiştên min di dadgehê de gotîn hemû ji % 100 rastin. Ji bo ne duristiya hukumetê di pêvajoya aşitiyî de min xwest ez vê yekê bêjim.

Back to top button