Civak

Operasyona de 274 kes hatin binçav kirin

Li Tirkiye û Kurdistana bakur, vê sibehê zû li dijê PKKê operasyonek berfireh pêkhat. Di operasyonê de, li gora agahdariyên fermi heta niha 274 kes bi tohmeta endametî û hevalbendiya PKKê hatine binçav kirin.Stanbul: Operasyon li hinek tarên Stanbulê demjimêr 02.00 destpêkir û gelek cih û mal hatin dorpêşkirin lêgerin çêbûn. Ew cihên ku operasyon lê hatin kirin hemû ji berê de hatibûn tesbît kirin. Li Stanbulê 70 kes hatin binçav kirin.Îzmir: Li bajarê Îzmirê zê operasyonê de 35 kes hatin binçavkirin.Mersin: Li Mêrsînê jî de heman demê de operasyon hate pêkanîn û di encamp de 60 kes  hatine binçav kirin.Edene: Li bajarê Edenê jî 26 kes hatin binçav kirin.Adiyaman: 4 kes hatine binçav kirin.Antalya: 24 kes hatin binçavkirin.Wan: 11 kes hatin binçav kirin.Meletye: 24 kes hatin binçav kirin.Hakkari: 1 kes hate binçav kirin.Bingol: 17 kes hatin binçav kirin.Bismil a Diyarbekir: 14 kes hatin binçav kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button