Nûçeyên Kurdistanî

Operasyona Efrînê bandore li ser şerê dijî DAIŞê dike

Operasyona Efrînê bandore li ser şerê dijî DAIŞê dike

Wezîrê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li Kuwêtê derbarê operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê daxuyaniyek da û ragehand ku, operasyona Efrînê bandore li ser şerê dijî DAIŞê dike.

Di kongreyeke rojnamevanî de li Kiwêtê Wezîrê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragehand ku, hevpeymaniya navnetewî %30 ji xaka Sûriyê kontirol kiriye, herwiha %98 ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Tillerson da zanîn ku,  operasyona Efrînê bandore li ser şerê dijî DAIŞê dike û ew mafê Tirkiyê bo parastina ewlehiya xwe têdigehin.

Rex Tillerson di berdewamiya axaftina xwe de got: “Washîngton ji bo li herêmên rizgarbûyî yên Sûriyê bikar bîne biryar da ku 200 milyon dolar alîkarî bike.

 

Nerîna min :