Cîhan

Operasyona herî mezin li dijê DAÎŞê

Rêxistina DAÎŞê bi rêya hinek dezgehên medya û tura medya civakî li welatên ewropayê gelek ciwana dike havalbendê xwe û rêdike deverên ku lê şer dike.

Bi hezaran ciwan ji Ewropayê tevlî refên DAÎŞê bûne û şer kirine. Li ser vê yekê Dezgehê Polisa li Ewropa(Europol) li himber vê rêxistinê dest operasyonek berfireh kir û li gelek welatan ew dezgehên ku di medyayê de ji bo propaganda DAÎŞê dihatin bi karanîn hatin girtin.Operasyon ji aliyê Nawende Dij terorê ya Europolê hate rêve birin. Welatên wek Bulgaristan, Romanya, Kanada, Fransa, Hollanda û DYA pişgiriyek mezin dan vê operasyonê. Ev operasyona herî mezine li dijê DAÎŞê li ewropa hatî kirin e.Bi vê operasyonê ajansa nûçeya ya Amaq, radyoya El Beyan, kanalên wek Halumu û Nashir hatin asteng kirin.Li Bulgaristan, Fransa, Romanya, Hollanda, Kanada  û Amerikayê polisa dest danî ser gelek dezgeh û amarên ku ragihandin lê dihatin kirin.

Back to top button