CivakDosya

Peyama insiyatifê ji bo festivala serxwebûnê

Peyama Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ya ji bo Festîwala Serxebûna Kurdistanê ya li Kolnê: Peyama Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ya ji bo Festîwala Serxebûna Kurdistanê ya li Kolnê: JI KOMÎTEYA AMADEKAR A FESTÎWALA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ YA KOLNÊ REXuşk û Birayên Hêja!Em bi navê Însiyatîfa Piştgirîya Referendûma Serxwebûnê, bi şîara “Bakur, Piştgirîya Serxwebûna Başûr Dike” yek bi yek we silav dikin. Serkeftin û serbilindîyê ji bo we dixwazin.Me gelek dixwest ku îro em li cem we, di nava we de bûna. Me bi hev re ala şeref û namûsê, ala serxwebûnê bilind bikira! Belê dil û fikra me her bi hev re ye.Xuşkno, Birano!Welat û miletê me di rojên tarîxî û kirîtîk de derbas dibe. Li Başûr serxwebûn, li Rojava firsenda statuyekê hatîye ber derî. Îro roja hesabên piçûk, roja  “ez, tu, ew” ê nîne. Îro roja mezin fikrandinê; roja hevkarî û yekîtiyê ye. Îro roja ‘qedera xwe bi destê xwe nivîsandinê’ ye!Bi vê wesîleyê em bi hev re diqîrin û dibêjin:Bijî Serxwebûna Başûrê Kurdistanê!Bijî hevkarî, piştgirî, tifaq û yekitîya Kurd û Kurdistanîyan!Bi navê Însiyatîfa Piştgirîya Referendûma Serxwebûnê (26. 08.2017)Ayetullah AŞITÎ (Berdevkê Hereketa Azadî)Mustafa ÖZÇELİK (Serokê Giştî yê PAKê)Sertaç BUCAK (Serokê Giştî yê PDK-Bakur)Sinan ÇİFTYÜREK (Serokê Giştî yê ÖSPyê )Mesut TEK (Serokê Giştî yê PSKyê)Mahmut KILINÇ Parlamenterê berêSabahattin KORKMAZ HiqûqnasEkrem BİLEK Doktor, Şaredarê Sêrtê yê berêM.Celal BAYKARA HiqûqnasFerda CEMİLOĞLUKarsazYaşar ABDÜLSELAMOĞLU Akademîsyen

Back to top button