Civak

PAKê Li Mûşê û Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bibîr Anî

  PAKê îro (18.03.2017) li Mûşê û Stenbolê Jenosîda Helebçeyê bibîranî.Bibîranîn a li Mûşê li Teşkîlata Mûşê ya PAKê di saet:13.00ê bi rêzgirtina ji bo şehîdan bibîranîn destpê kir.Piştî rêzgirtînê Endamê Komîte ya Birêvebirîya Navendî ya PAKê Abdullah Özten di derbarê dîroka Helebçeyê de axafitinek kurt kir.Paşê jî  di derbarê Helebçeyê de sînevîzyonek hat pêşkêş kirin û piştre jî ji alîyê Endama Komîsyona Ciwanan a PAKê Naz Özten  bi Kurdî û ji alîyê Endama Komîsyona Ciwanan a PAKê Rojin Elhanê ve jî bi tirkî daxuyanîya PAKê hate xwendin.Çalakîya bibîranînê piştî daxuyanîyê bi sohbeteke bi endamên PAKê re bidawî hat.Li Stenbolê jî roja 18ê adara 2017ê li avahîya Teşkîlata Stenbolê ya PAKê çalakîya bibîranîna pêk hat. Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün bi axaftineke kurt bibîranîn dest pê kir û di saet 15.00ê beşdaran ji bo şehîdên Helebçe  û  hemû şehîdên Kurdistanê rêz  girtin. Piştre jî Kasım Ergün di derbarê Helebçeyê de axaftineke kir.Herwiha Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül û endamê Ofîsa ENKSê ya Stenbolê Elî Bavê Helebçe  jî di derbarê Jenosîda Helebçeyê de jî axaftineke kir in.Bernameya bibîranînê piştî van pêşkêşkirinan bi beşa pirs û bersivan bidawî hat.18.03.2017Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button