CivakKultur

PAKê Li Wanê Perwerde ya Zimanê Zikmakî Xwest

Rêxistina Wanê ya PAKê îro(28.09.2015) li Wanê li Parka Feqîyê jibo perwerdeya zimanê zikmakî çalakî lidarxist.Wek ku tê zanîn PAKê doh li ser mijara sala nû ya perwerdeyê daxuyanîke dabû çapemenîyê û jibo perwerdeya zimanê zikmakî banga boykotkirina mektaban kirî bû. Rêxistina Wanê ya PAKê jî li ser vê mijarê çalakî lidarxist.Çalakî di saet 18.00ê de di bin alayên Kurdistanê de destpêkir.Çalakvanan bi diruşmên “Zimanê me hebûna me ye ! , Em zimanê xwe dixwazin ! Bijî Kurdistan ! , Bijî Serxwebûn” dengê xwe bilind kirin. Piştre jî li vê derê daxuyanî hat dayîn.Li ser navê PAKê Serokê Rêxistina Navçeya Tuşba ya Wanê ya PAKê Zefer Kizil bi kurmancî daxuyanî da.Çalakî piştî daxuyanîyê bidawî hat. Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button