Nivîsar

Parastina rûmetên Kurdistan û em..

Çeto Omerî

Her carê ku hinek xêrnexwaz êrîşî cenabî serok Barzanî an jî destkeftiyên Kurdistana azad dikin. Neheqiyan dikin, haqaretan dikin. Û em jî li hemberî wan qeşmer û qeşmeriyan xwe aciz dikin. Li tora Înternetê de bi niviskî parastina Kurd, Kurdistan û cenabê serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dikin.

Ji ber ku em ji ax, welat, serok û ji destkeftiyên azadiya welatê xwe hez dikin. Ji ber ku dilê me diêşe.

Kesên ku dijminên Kurd û Kurdistanê nebin êrîşî wan rûmetên me nakin.Niha jî dîsa yek ji parlementerên HDP haqaretan li cenabî serokê herêma Kurdistanê kiriye.

Em dîsa pê aciz bûn.

Dîsan dilê me êşiya û em hêrs bûn. Lê belê ew kesê ku haqaret kiriye bi eslê xwe ve ne kurde. Kesên ku bêrûmet û serde jî ne kurd bin mihatab girtina wan jî rûmeta mirov kêm dike. Ji ber vê jî yên ku wî ji partiya xwe kirine namzet, yên ku dengê xwe dane û yên ku heta niha di nava partiya xwe de cih didin esil ew in ku li hemberî Kurdan, serokê Kurdan û destkeftiyên Kurdan bê rûmetiyên mezin dikin.Esil ew bi wan kiryar û bê dengiyên xwe him rûmetên xwe û him jî rûmetên Kurdewariyê kêm dikin. Ew şaşitî û xeletiyên ku tu car nayên ji bîr kirin. Bawer bikin kesekî bi “eslê xwe Kurd” qaşo nivîskare jî, beriya salekê heman tişt li hemberî serokê herêma Kurdistanê nivîsandi bû. Nîqajekî min û wî li ser tora facebookê çêbû û min wî ji hevaltiya xwe avêt.Heger mirov Kurd be û dijminatiya Kurdistan û rûmetên Kurdî bike ew neyarê gelê xwe û şûrê destê dijminên Kurdistanê ye. Yên ku ji bo berjewendiyan xwe bavêjin himbêza dijminan ew kesên bêşexsiyet û xaînên erzanin.. Ez wanê ku bûne kûrmê darê şermizar dikim.Li wira gazindekî min li hemberî PDK û serokatiya herêma Kurdistanê heye. Weke ku min li jor nivîsand her carê ku êrîşek li hemberî rûmetên Kurdan hat em aciz dibin û diê me diêşe. Lê belê piştî demekê yên ku êrîş dikin weke ku tiştek neqewimiye. Dan û stendinek li gel wan xûrt dimeşe. Serokê herêm dibêje em her car ji hew û din ra nameyan dinivisînin, serokê hikumetê dibêje bila nizanim kê were serbest berdan. Serokê asayîşê dibêbe ew birayên me ne. Ango yên ku xerîb dimînin û bila sebeb xwe aciz dikin dîsan em dimînin. Ma ne cenabî serokê herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî piştî hilbijartinan partiya HDP ji bo serkeftinê pîroz kiribû. Piştî hilbijartinê jinek ji HDP ku bi eslê xwe ne Kurde got ku bila Tirkî başûrê Kurdistanê dagir bike. Niha jî dîsan ji nava HDP yekî din radibe û haqaretan li hemberî serokê herêma Kurdistanê dike. Û dîsa dilê me diêşe.Divê serokatita başûr hinek têkiliyên xwe ji ber çavan derbas bike. Yên ku ji salên 1983`an heta niha vê mîratê li serê Kurdan xûrt kirin xwîn dane wan beşek ji wana têkilî û siyasetên xelet ya başûr nebûn gelo..? Hêvîdarim ku êdî hin gavên pêvîst were avêtin û hinek guherandinên pêvîst ji teref PDK ve were kirin. Yana ne tenê Partî, hikumeta herêm û serokatî her weha doza Kurd û Kurdistanê jî zirarên mezin dibîne. Kurdên dilsoz ji dozê sar dibin û bê hêvî bûn dikewe nava Kurdên serxwebûnxwaz..

Back to top button