Polîtîk

Parlamentoya Kurdistanê binpêkirinên PKKê gihand cihanê

Hefteya borî xelkê gundên navçeyên sînorî serdana Parlamentoya Kurdistanê kirin û behsa rewşa xerab a navçeyên xwe kirin, ku ji ber topbarana artêşa Tirkiyê û hebûna çekdarên PKKê ketine wê rewşê de. Parlamenterek jî dibêje, dagîrkirin û binpêkirinên PKKê gihane hemû konsulxaneyên welatan.Endamê Komîteya Asayişê ya Parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hebûna PKK li wan navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê pirsgirêkeke mezin ji xelkê wan navçeyan re çêkiriye, ku hêncet ji Tirkiyê re derxistiye ku gund û erd û rezên xelkê topbaran bike. Xelk ji hewest û karên PKK dilgiran in. Riyên wan ji ber topbaranan wêran bûne, xizmeta navçeyên wan nayê kirin, ji ber ku hikûmeta Kurdistanê avedaniyê bighîne wan navçeyên di bin destê PKKê de. Pêwîst e PKK û Tikriye jî rewşa Herêma Kurdistanê liberçav bigrin.”Herkî wiha got: “Derbarê dagîrkirina gundên Başûrê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve û topbarana Tirkiyê ve, raporek hatiye amadekirin û gihîştiye destê konsulxaneyên welatan li Kurdistanê, ji ber ku rojane xelk ji ber şer û topbaranan ji mal û gundên xwe bar dikin. Pêwîst e bilez çareseriyek ji vê pirsê re bê dîtin û nabe êdî xelk bibin qurbanî şerê PKK û Tirkiyê.” 

Back to top button