Polîtîk

Parlementerê HDPê dibe berbijêrê partiyek îslamî

Parlementerê HDPê Altan Tan di Partiya Sadetê de li Stanbulê dibe berbijêr. Heta vê gavê jî Tan parlementerê HDPê ye ,lê li gora agahdariya divê îro ji HDPê îstifa xwe bide.Altan Tan çend hevdîtin li gel serokê SPê Temel Karamollaoglu pêkanibûn. Di van hevdîtinan de li hev kirine û niha jî TAN di lîsteya wan de dibe berbijêr.Ji berî niha demekî Tan dabû xûyakirin ku HDPê pêvajoya piştî 7ê Hezirana 2015ê gelek xirab bi rêvebir.Tan digot HDP ketiyê di destê grubên marjinal yên çepên Tirk de.Tan dixwest ku tifaqa HDPê û HUDA-PARê çêbibe.Dema mirov helwesta van kesayeta dibîne, bivê nevê mirov pirsekî dike ? Gelo siyaset ji bo çi tê kirin? Dixweyê siyaset ne li gora bîr û baweriya tê kirin. Eger siyaseta li gora baweriyê çêbûya, Tan bi tu awayî di nava HDPê de cih nagirta. HDP partiyek çepe. Vê yekê vekirî dibêje. Lê Tan kesayetek îslamiye û di rastiya xwe de jî ji berê pêde cihê wî partiyek Îslamî bû. Ji xwe her li gel wan siyasetek kiriye.Helwesta Tan dixweyê tenê ji bo kesayeta wiye, armanca Tan tenê ewe ku cardin bibe parlementer.Heta siyaseta kurd bi vî awayîbe tu cara nabe xwedî kesayet û her di nava heriyek qirêj de siyaset bête kirin.Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê siyaset welê bûye ku, kefiya tê bêxî stuyê xwe de siyaseta demikî dide kifşkirin. Duh HDP , îro Saadet. Ka gelosibe kîjan e meşhule.

Back to top button