Dosya

Parlementerên PDKê : Em çekan wernagirin

Frakesyona PDK li Parlementoya Kurdistanê radigehîne ku, ew wan çekên û sekreterê parlementoyê bo parlementeran xwestine “wernagirin.”Serokê frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Omêd Xoşnaw di konferensekî rojnamevanî de   ragehand ku “Mixabin, di demekê de ku Pêşmergeyên qehreman li eniyên şerê li dijî DAIŞê ne û pêwîstiya wan bi çek û pêwîstiyên leşkerî heye, bi îmzeya sekreterê parlementoyê, daxwaza çek û pêwîstiyên leşkerî bo parlementeran hatiye kirin.”Bi îmzeya sekreterê parlementoyê, nivîsek arasteyî Wezareta Pêşmerge hatiye kirin ku têde daxwaza dayîn “111 çekên Kilaşînkovf, 111 demançe, 13 hezar û 200 guleyên Kilaşînkof, 444 mexzenên demançeyan û 3 hezar guleyên demençeyan hatiye kirin.”Omêd Xoşnav dilgiraniya xwe ji razîbûna Wezareta Pêşmerge bo dayîna wan çekan anî ziman û got: “Mixabin, Wezareta Pêşmerge rezamendiya xwe (li ser dayîn çekan) aniye ziman.”Li gor ku serokê frakesyona PDK diyar dike, bihayê wan çekên ku Sekreterê Parlementoya Kurdistanê daxwaza wan kiriye digehe “500 hezar dolarî.” 

Back to top button