Polîtîk

Parlemento biryara serok Barzanî bilind dinirxîne

Serok Barzani di nameyekî de ji parlementoya Kurdistanê de, nexwestibû dema serokatiya wî ya Kurdistanê bête dirêj kirin û daxwaz kirûbû ku desthilatdariya serokê Kurdistanê ji bo dezgehên din bête dabeş kirin. Piştî parlementoyê ev biryar pejirand bi nameyekî bersiva serok Barzani dan.Nameya Parlementoyê ji bo serok Barzani:


Ji bo / Gelek birêz Serok Mesûd BarzanîSilav û rêz…Piştî gihîştina nameya cenabê we ya li roja 28/10/2017, li rûniştina xwe ya asayî ya roja yekşemê rêkefta 29/10/2017 Parlemena Kurdistanê naveroka wê xwend….Parlemena Kurdistanê bi girîngiyê ve temaşa pêşniyarên we yên di derbarê (Red kirina berdewam bûna li posta Serokê Herêma Kurdistanê û hemwarnekirina yasayê ji bo vê mebeste û dabeşkirina desthilatan li ser damezraweyên destûriyên din)…Her ji bo wê yekê jî hemû rêkarên yasayî li ber ronahiya nameya cenabê we hatin temam kirin û yasa jî hate pejirandin.Ev biryara we ya dîrokî ji bo rêzgirtina li yasa û prensîpên demokrasiyê û qurbanîdana bi navê doza rewaya gelê me bilind dinirxînîn, bi taybet li rewşeke wekî niha da ku neteweya me û Herêma Kurdistanê têda derbas dibe.Cenabê we balkişandiye li ser wê yekê ku wekî Pêşmergeyekî cangoriyê ax û gelê me û berdewam dibin li rûbirûbûna her pêşhatek ku tê ber gelê me, ji bo wê yekê jî li Parlemana Kurdistanê vê biryara we ya dawî bilind dinirxînîn û piştrastîn bi cîh hiştina desthilata Serokayetiya Herêma Kurdistanê cenabê we ji berpirsiyariya vê qonaxê dûr naxê û wekî çawa we jiyana xwe ji bo xizmeta gel û niştîman terxan kiriye wekî Pêşmergeyek ku bilindtirîn payeya xebate û hewlên cenabê we ji bo bi destxistina daxwaza gelê me ji mafê çarenivîsa xwe û encamdana referandûmê ku li Parlemena Kurdistanê hate pejirandin û parastina ezmûna hukimraniya Kurdistanê û damezraweyê wê û serpereştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo bi têkçûna terorîstan li cengê dijî rêxistina terorîstiya (Da’îş) herdem bi geş dimîne û wekî yek ji destkeftên dîrokî ya gelê me dihête temaşekirin.Li dawiyê de… Parlemena Kurdistanê ji bilî derbirîna rêz û pêzanînê ji bo xebat û keda we gelek bi mezinî jî temaşa nameya we dike û ji bo paşarojê jî li erkê siyasî û Pêşmergayetiyê da hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazîn.Li gel rêz da…Parlemena Kurdistanê – Iraq29/10/2017

Back to top button