CîhanPolîtîk

Parlementoya Iraqê parlementerîn kurd dûr têxe

Lijneya Parlementoya Iraqê biryara dûrxistina 10 parlementerên Kurd ji Parlementoya Iraqê pesend dike.Parlementera Hevpeymaniya Dewleta Yasa Aliye Nuseyf ku bi daxuyaniyên xwe yên li dijî Kurd û Kurdistanê tê nasîn ragihandiye, ku Lijneya Demkî ya Parlementoyê ku ji herdû lijneyên Yasayî û Karûbarên Parlementeran pêk hatiye, di civîna îro de biryar daye, ji ber ku beşdarî referanduma Kurdistanê bûne, 10 palementerên Kurd werin dûrxistin.Li gor gotina Aliye Nuseyf, Lijneya Parlementoya Iraqê navê 10 parlementerên Kurd şandine Serokatiya Parlementoya Iraqê, da ku dûrxistina wan bikeve dengdanê.Seroka Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlementoya Iraqê Musena Emîn ji Rûdawê re ragihand, ku cezadana li ser serxwebûna Kurdistanê rûmeteke mezin e, eger hemû parlementerên Kurd bi vê şêweyê werin cezakirin, ev mezintirîn şanazî ye û navê wan dê di dîrokê de were nivîsandin.Musena Emîn herwiha got: “Evana şok bûne û dixwazin bi vê şêweyê tol hildin. Dixwazin şerê şikandina îrada me bikin. Ew biryar jî ne yasayî ye û pêkanîna aloziyeke din e ji bo Parlementoya Iraqê. Herwiha ev bi ti awayî karê parlementoyê nîne.”Musena Emîn amaje bi wê yekê jî kir, ku tenê yek parlementerekî Kurd jî li ser vê yekê were cezakirin, pêwîst e hemû fraksiyonên Kurdistanî bi hev re û pêkve dengê xwe bilind bikin û Parlementoyê boykot bikin.Li ser wê yekê ku navê ti parlementerên Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê di nav wan parlementeran de tine ye Musena Emîn got: “Bexda bi vê helwesta xwe dixwaze me bike du beş û derz bixe navbera me. Wisa didin xuyakirin ku ceza ji bo hemû Kurdan nîne, ev jî cûreyek ji dilpîsî û siyaseta fêlbaziyê ye.”

Back to top button