Nûçeyên Kurdistanî

Partiyek nijadperest damezirandin

Partiyek nijadperest damezirandin

Li Tirkiye partiyek nijadperst hate damezirandin. Ev cara yekeme ku partiyek tê damezirandin û xwe vekirî wek partiyek nijadperest dide nasandin.

Navê partiya nû bi kurtî “Ötüken “ e.

Parti di bernama  xwe de dibêje: Em li ser bingehê nijadê hatine damezirandin. Em ji bo nijada xwe bilind bikin emê hemû awayî kar bikin û vê yekê wek erkek mezin dibînin.Tirkiyatî ji bo me bingehe , em yekitiya olî û mezhebî wek pîvan qebûl nakin.Armanca me ewe ku em Tirkitiyê bikin felsefa bingehin ya dewleta xwe.

Berdewamiya bernamê de dibêje: Heçî kesên ne xwedî ramana Tirkîtiyê be divê ji dezgehên dewletê bêne pakij kirin. Dê Tirk biryara siyasetê li Tirkiye bidin.Divê leşker û polis hemû Tirk bin. Nabe leşker û polis yên ne Tirk re bizewicin..

Vê partiyê gelek tiştên din faşîzanî gotine û rastiya xwe derêxistine holê.

1 Comment
  1. Ji berê ve partiyên Tirkiyê ev bûne, lê hinekan bi navê dîn, hinekan jî bi navê komunistî Kurd û xelkên ne tirk xapandine.

Nerîna min :