Vîdeo

PDK: Divê PKK rêzê li yasayên Kurdistanê bigire

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê îro civiyabûn, piştî civînê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, têbînên wan li ser projeya Yekgirtû hene.Yekgirtûya Îslamî ji bo gotûbêjkirina projeya xwe ya derbarê çareseriya krîza siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê îro ligel PDKê civiya.Projeya YekgirtûBerdevkê PDKê Mehmûd Mihemed got: “Têbînên wan li ser projeya Yekgirtû hene û di projeyê de rêzbendiya baş bo çawaniya çareserkirina pirsgirêkan nehatibû danîn.”Derbarê çalakirina Parlementoya Kurdistanê de Mehmûd Ehmed got: “Nêrînê cuda di navbera me de hene, dezgehên Kurdistanê tenê ne yên 5 patiyan e, pêwîst e her aliyek tê de beşdar be.”Civînên ligel YNKLi ser rawestandina civînên ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Ehmed da zanîn, ji ber rewşa YNKê ya navxwe, niha ew civîn hatine paşxistin.Mehmûd Mihemed di civînê de behsa civîna pênc alî jî kir, lê ji bo çareseriya pirsgirêkan divê civîneke berfereh bê kirin, da ku hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê jî tê de beşdar bin.Şingal beşek e ji Herêma Kurdistanê yeDerbarê pirsgirêk û aloziyên niha li Şingalê di navbera Pêşmerge û PKKê de hene de, Berdevkê PDKê got: “Şingal beşek e ji Herêma Kurdistana Iraqê ye û divê li gor yasayên Kurdistana Iraqê birêve biçe. Her hêzeke din ku li wan navçeyan jî hebin, divê li gor yasayên Parlementoya Kurdistanê û Herêma Kurdistanê tev bigerin.”Herwiha Mehmûd Mihemed got jî: “Heger ew hêz hevxwîn û hevnetewa me bin jî, nabe her kesek bê navçeyekê û wê bi milkê xwe bizanibe. Ew milkê xelkê li wê navçê dijîn e û Şingalî dikarin wê navçê birêve bibin.”Divê PKK rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigireBerdevkê PDKê got jî: “Xelkê Kurdistanê daxwaz ji PKKê dike ku rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire, lê mixabin PKKê heta ew yek nekiriye û nake jî. PKK di hemû edebiyata xwe de danpêdanê bi dam û dezgehên Herêma Kurdistanê nake, danpêdanê bi hilbijartinên ku li Herêma Kurdistanê bûne jî, nake.”Mehmûd Mihemed got jî: “PKKê pirsgirêk li Şingalê dirust kiriye, divê PKK jî ji wan navçeyan vekişe û rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire.”https://youtu.be/JDRw4zsjooY

Back to top button