Polîtîk

PDK hêja biryara tevlûbûna hilbijartinên Iraqê nedaye

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hê jî derbarê beşdarbûna hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de biryara xwe ya dawîn nedaye. Lê weke qewareyekî navê xwe tomar kiriye û ji bo beşdarbûnê jî merc danîne.Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya PDKê Xesro Goran beşdarbûna partiya xwe ya ji bo hilbijartinên Iraqê bi çend mercan ve girêdide. Goran eşkere dike, ku hê jî PDKê hê jî biryar nedaye ka dê ji bo serokwezîriyê piştgiriya kî bike û dibêje: “Ev mijar bi yekrêziya navmalê kurd ve girêdayî ye.”Xesro Goran ji Rûdawê re got: “Ev mijar bi wê yekê ve girêdayî ye ka dê di dema hilbijartinan de rewşa me li gel Bexdayê çi be û pirsgirêk dê çawa werin çareserkirin. Eger hemû tiştek normal bibe wê demê dê biryara dawîn were dayîn. Ji bo hevpeymaniya li gel aliyekê Bexdayê jî hê zû ye mirov biryarekî bide.”Amerîkî û brîtanî ji bo Heyder Ebadî careked in bibe serokwezîr hemû hewldanan dikin. Lê vê carê ne hêsan e. Ji ber ku rikberên Ebadî di navmala şîe, sunnî û kurdan de bi hêz in.Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) di wê baweriyê de ye, ku ti rêyeke kurdan nîne û divê teqez beşdarî hilbijartinan bibin.Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdullah dibêje, ji bo kurd li Bexdayê bi hêz bin, divê koda danûstandinan di destê wan de be.Arêz Ebdullah got: “Ji bo beşdarnebûnê ti hincetek nîne. Hinek aliyên navdewletî dixwazin Ebadî careke din bibe serokwezîr. Herwiha pêgeha kurdan jî weke berê namîne.”Biryare roja roja 15ê Gulana 2018ê hilbijartinên xula 4emîn a Parlamentoya Iraqê bi rêve biçin. Di hilbijartinan de dê 328 parlamenter werin hilbijartin û tê pêşbînîkirin, ku kurd 65 parlamenteriyan bidest bixin.

Back to top button