Polîtîk

PDK û YNK bi projeyeke niştimanî hevbeş diçin Bexdayê

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo amadekirina bernameyeke hevbeş bo çûna Bexdayê û beşdarîkirina di hikûmeta nû de civiyan.Dawiya civînê de, berdevkê PDKê Mehmûd Ehmed û berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê eşkere kirin û bersiva rojnamevanan dan.Seidî Pîre derbarê naveroka civînê de ragihand ku civîn bi awayekî heftane dibin û armanc jê dirustkirina projeyeke hevbeş a niştimanî ye, derî jî vekirî ye heger her aliyek bixwaze tevlî hevpeymaniya wan bibe.Derbarê nêzîkbûna aliyên Kurdî ji aliyên Iraqî de, Seidî Pîre got: “Ti vetoya me li ser ti kesî yan postekî nîne, ew kesên mafên me yên rewa bide, ji me nêzîk dibe.”Ji aliyê xwe ve, berdevkê PDKê Mehmûd Ehmed tekez kir, deriyên wan ji hemû aliyên Kurdistanî re vekirîye û projeya wan a niştimanî li gel Bexdayê derbarê xelkê û siyaset û pirsên netewî de ye.Derbarê ecindaya PDK û YNKê ji hikûmeta dahatî ya Iraqê de, Mehmûd Ehmed got: “Divê em bi yek şandê û yek peyamê bin. Divê di diyarkirina serokwezîrê dahatî de ji me bê pirskirin û aliyên siyasî karnemaya hikûmetê diyar bike, ne ku ew kesê bibe serokwezîr wê karnamê diyar bike.”Li ser pêwemdiyên PDK û YNKê jî, Peyvdarê PDKê got: “Pêwendiyên PDK û YNKê di asteke baş de ye. Me behsa rêkeftina her du aliyan kiriye, reng e hin kêm û kurtî hebin, lê hêvîdar in di pêşerojê de pêwendiyên me baştir bibin.”Derbarê hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê de, her du alî hevnerîn bûn ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de (30î Îlona bê) bêne kirin.Li ser xwepêşandanên li başûrê Iraqê, Peyvdarê YNKê Seidî Pîre got: “Em bi daxwazên gel ên rewa re ne bo başkirina xizmetguzariyan û jiyanê, lê li dijî kontrolkirina dezgehên hikûmî û partîtî ne.” 

Back to top button