Civak

PDK xwe baş ji hilbijartinan re amade kiriye

Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ragihand ku PDK xwe baş ji hilbijartinên Parlamntoya Kurdistanê re amade kiriye û vê carê dê dengên PDKê zêdetir jî bibin.Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro di civîna Encûmena Serkirdatiya PDKê de jî tekezî hat kirin ku helbijartin di wextê xwe de birêve biçe. Me biryar daye ku bangeşeya me vê carê cuda be ji carên çûyî. Me biryar daye ku bangeşeyên me hêmin bin.”PDK bi lîsta hejmare 183 di hilbijartinên 30ê Îlonê de beşdar dibe. Derbarê wê yekê de Elî Ewnî wiha got: “PDK li ser hemû astan amadekariyên baş kiriye. Em hewlên xwe didin ku em gelek dengan bidestve bînin. Li gorî rapirsiyan jî dengên PDKê dê di hikbijartinên vê carê de, zêde bibin. Em ji xelkê Kurdistanê piştrast in û dengên PDKê dê gelekî ji dengên partiyên din zêdetir bin.” 

Back to top button