Dosya

Pêşmerge 15 çekdarên DAÎŞê kuşt

Li eniya Başîk di encama bersiva êrişa DAIŞê de, Hêzên Pêşmerge 15 çekdarên DAIŞê kuştin û terorîst di wê êrişê de bi temamî hatin şikestin.Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li eniya Başîkê terorîstên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin.”Seîd Memozînî wiha got: “Terorîstên DAIŞê gellek ziyan dîtin û di êrişê de hatin şikestin, ku herî kêm 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê 5 kesan ji wan ketine destê Hêzên Pêşmerge.” 

Back to top button