CivakPolîtîk

Pêşmerge bersiva artêşa Iraqê da

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de bersiv da Fermandeyiya Operasyonên Hevbeşên Iraqê.
Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge:
Fermandeyiya Operasyonên Hevbeş beyannameyeke dûr ji hemû rastiyekê derxistiye û îdiaya gihîştina bi rêkevtinê li gel şanda teknîkî ya danûstandinkar a Herêmê dike, hemû kar ew bûye ku nameyek ji aliyê Fermandeyiya Hevbeş hatiye şandin û weke bersivdanekê bo pêşniyarên Herêmê bo rawestandina teqe û cudakirina hêzan û destkirin bi diyaloga siyasîya ciddî û sazîner li ser bingeha Destûrê û bi armanca çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstî, di nava wan de eniyên şerê nedestûrî û sepandî li ser Pêşmerge û gelê Kurdistanê.
Weke bersivekê bo wan xwe bi mezin zanînan û xirûrê, ku daxwazên nedestûrî û nerast dikin, ku metirsiyê bo ser Herêma Kurdistanêû hevniştimaniyan çê dike, tevî çêkirina derew û buxtan û tohmetên pûç û vala bo hêzên qehreman ên Pêşmerge, bo zanînê hêza destdirêjîkar bi topên dûrhavêj û mûşekan hewla pêşketinê didin, bi amûr û keresteyên amerîkî, ji aliyê hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, ew jî berovajiyê Destûrê ye û rê nade artêş di çareserkirina nakokiyên navxweyî de beşdar be û were bikaranîn.
Pêşmergeyên qehreman li cihê xwe yên berevaniyê ne û berevaniyê li îrade û kerameta bi milyonan xortên gelê Kurdistanê û jiyan û mulk û mal û şerefa wan dikin, li hember wê çarenivîsa reş a ku hêjayî hevniştimaniyên Xurmato, Daqûq, Kerkûk û navçeyên din ên arîşedar nîne.
Di hemû deman de em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bo danûstandin û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyaloga siyasî. Em di heman demê de şêwe û naveroka vê beyannameyê şermezar dikin, em tekez dikin ku hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li cihê xwe yên berevaniyê xweragir e, lê belê du dil jî nîne di berevaniya ji jiyan û berjewendiyên rewa û destûrî yên xortên milletê Kurdistanê.
Em careke din tekez dikin, ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkan, gotûbêja siyasî ya sazîner e, ne zimanê derewan û gef û sozên vala. Û di dawiyê de li kîjan welat an cihekê li vê cîhana me, êrişkar weke mezlûm û berevankar weke zalim tê dîtin.
Back to top button