Polîtîk

Pêşmerge ne bi destûra PYDê derbas dibin

Hêzên pêşmergeyên Kurdistana Rojava ku bi Hêza pêşmergeyên Roj tê nasandin, xwe amade dikin ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.Li ser vê yekê di hinek malperan de nûçe derketin û berpirsek yê ENKSê daxuyaniyek da û got ew benda biryara hêzên hevpeymanin.Di rastiya xwe de PYD/PKK tu cara bi hemdê xwe rê nade hêzên pêşmergeyên Rojava derbasî Kurdistana Rojava bibe.Wek tê zanên hêza pêşmergeyên Rojava hêzeke ku hijmara wan 6000 e. Ev hêz bi temamî ji Kurdistana Rojavane û perwerdeyek baş dîtine û gelek zanyar û pisporên şer û serbazî di nava wan de hene.Eve zêdeyê salekiye ev hêz li Başûrê Kurdistanê di eniya şer de şerê terorîstên DAÎŞê dike. Gelek şehîd dane û eniya ku tê de cîh digrin her berbipêş ve diçe.Qehremaniya vê hêzê li Başûr bi nav û deng daye. Ew bi gelek hewldanên siyasî xwestin derbasî Rojava bibin. Lê PYD/PKK rê neda vê yekê.Di rastiya xwe de ew ne hewceyê destûra PYD ê bûn. Lê naxwazin bikevin axa Rojava û şûna axa xwe biparêzin şerê YPGê bikin.Ji bo vê sedemê jî her tim bi rêya diyalogê xwestine derbasî Rojava bibin.Niha hêzên hevpeymanî wek pêwistiyeki dibînin ku ev hêza pêşmerge derbasî Rojava bibe.Ji bo derbasbûna wan amdekarî dibe.Berpirsên Kantonên Rojava di daxûyaniyekî de dibêjin ji bo derbasbûna hêzên pêşmegeyên Rojava tu rêkeftin çênebûye. Herweha di heman daxuyaniyê de dibêjin, YPG dikare me biparêze pêwistî bi peşmergeyan tuneye.Ev daxuyaniyek bê wateye û kesek jî guh nade wan ji wan hatiye xwestin û ew jî daxuyaniya didin.Lê dixweyê bi piştevaniya hêzên hevpeymanî, pêşmergeyên Rojava derbasî Kurdistana Rojava dibin.Hêdî PYD çi kirasê li vê pirsê bike keyfa xwe ye.

Back to top button