DosyaHevpeyvîn

Pêşmergeyê Roj bi garantiya navdewletî derbasî rojava dibe

Endamekê Encumena Niştimaniya Kurd-Surye (ENKS) eşkere dike ku dê di sewîya navdewletî de îtîraf bi Pêşmergeyê Roj bê kirin û dê vegere bo rojavayê Kurdistanê.Newaf Hesen endamê ENKSê ji kdp.inf o re diyar kir ku xelk zêde dixwazin navên xwe qeyd bikin û di nav refên Pêşmergeyê Roj de cî bigirin û tê çaverêkirin ku hêzeke 10 hezar kesî bê avakirin.Li gor wî endamê ENKSê, niha civaka navdewletî û bi taybetî aliyên têkeldar lêdixebitin rewşa Suryê çareser bikin û di vê çarçoveyê de dê îtîraf bi tenê bi çend hêzan bê kirin û yek ji wan hêzan jî pêşmergeyê rojavayê Kurdistanê ye û Pêşmergeyê Roj di çarçoveya rêkeftineke navdewletî de dê bo rojavayê Kurdistanê vegere û karê vê hêzê jî dê parastina rojavayê Kurdistanê be û elaqeta wê bi deverên din nabe.Newaf got jî ku di civîna wan ya dugel serok Barzanî de, serok Barzanî ji wan re gotye ku nabe Pêşmergeyê Roj niha derbasî rojavayê Kurdistanê bibe da şerê birakujî çênebe, heta rêkeftineke navdewletî hebe û bi garantiya navdewletî dibe, hêngê ew hêz dê vegere rojava.

Back to top button