Civak

Pêşmergeyên xwebexş li berxwe didin

Li devera Tuzxormatû tevliheviyek peyda bûye û artêşa Iraq û milisên Şîe sedemê hemû xirabiyên herêmê ne. Teroristên Şîe, malên kurda û cihê karên wan şewitandin û talan kirin. Kurd ji navçeyê derêxistin û dixwazin bi temamî navçeyê ji kurda pakij bikin.Kasî 500 pêşmergeyên xwebexş kom bûne û li himber zilm û jenosîda Mîlîsên Şîe li ber xwe didin. Çend gund li navçeyê destê pêşmergeyên xwebexş de ne. Li herêmê hinek hêza DAÎŞê jî maye.DAÎŞê duh nawenda Tuzxormatû bi hawana bombebaran kir û çend mîlîsên Heşda Şeibî hatin kuştin. Li himber vê êrîşê artêşa Iraqî gundên di destê pêşmergeyên xwebexş de dan ber topan û artêşa Iraqê bi helîkoptera êrîşê hinek gundên kurda kir.Li gora agahdariyan pêşmergeyên xwebexşên kurd ji xelkê deverê pêkhatine û berxwedanek mezin dikin. Ji aliyek din hêzek din li herêmê heye ûhtimala mezin bermayînên DAÎŞê ne.

Back to top button