Nivîsar

Pêwendiyên Tirkiye û Amerika ber bi kûve diçe

Rewşa Tirkiye û taybetî piştî hilbijartinên Tirkiye û guhertina Sistema nû, Tirkiye ber bi qonaxek nû ve diçe. Ji bilî krîza darayî, pêwendiyên Tirkiye li gel Amerika û Welatên Ewropî ber bi xirabiyê ve diçin. Bi awayek din mirov dikare bêje ku, AK Parti û serokê wê ew siyaseta ku di destpêka desthilatdariya xwe de rêve dibiran hiştin aliyekî ber bi siyasetek tundrew û ji demokrasiyê dûr diçin.Bûyera herî girng di seri de pêwendiyên Tirkiye û Amerikayêne. Tirkiye welatek endamê NATO yê ye û bi vê jî hevpeymaniyek stratejîk yê Amerika û welatên endamê NATO yê ye. Lê niha pêwendiyên Tirkiye û Amerikê têkçûne û di nava gelek siyasetmedar û rêveberên dewleta Amerikayê de rewşa Tirkiye tê gotubêj kirin û hinek dibêjin: Gelo ma raste hêja em Tirkiye wek welatek hevpeymaniyê stratejîk bibînin?  Yan jî tê gotin ku; ma Tirkiyê ji bo Rojave çikas girîng e? Ev herdu pirsên di nava welatên Rojava de tên gotubêj kirin rewşa Tirkiye bêhtir roni dike û kûrbûna krîza siyasî û darayî jî dide xûyakirin.Tirkiye ji bo  Amerika û welatên NATOyê li Rojhilata Navîn bingehê tevgera leşkeriye. Ji aliyek din Rusya bandora xwe li devera Behra Reş zêde dike û ev yek behtir dihêlê ku Rojava hevceyî Tirkiye bibe. Ji ber ku bingehên NATOyê li deverê hene. Ji aliyek din bo welatên Yekitiya Ewropa Tirkiye di cihek girîng de ye.Amerika taybetî Trump girtina Keşeyekî kir sedemek bingehin û navbera xwe û Tirkiye têkbir, niha mirov dikare bêje şerek îradî navbera Amerika û Tirkiye de destpêkiriye.Niha pirsa herî girêng ewe ku, gelo dê endametiya Tirkiye ya NATOyê dawî were? Tu mekanizmek ya NATO tuneye ku, endamek yê xwe dûr bêxe. Eger Tirkiye bixwaze ji NATOyê derdikeve.Di dema Şerê Sar de Tirkiye hevpeymaniyê NATOYê yê here girîng bû, di pirsgirêka   Afganistanê de Tirkiye rolek berbiçav leyizt. Lê li himber vê yekê jî her demî Tirkiye hevpeymanek bi problem bû.Niha dixweyê politîka heyî ne bi temamî bê jî têk çûye. Tirkiye berê xwe dide Rusya û flortek di navbera Erdogan û Putin de  destpêkiriye.Tirkiye hêviyê bû ku balefirên şer yên F-35 ji Amerika werbigire, lê Amerika ev yek paşvexist û Tirkiye niha berê xwe daye ku fûzeyên Rusya yên S-400 bikire û ev dibe aloziyek mezin navbera Tirkiye û NATOyê de.Gelek pirs û pirsgirêk hene, lê mirov bi zimanet qetî nikare bêje dê çi bibe. Erdogan kesayete ku zû tê guhertin, sibehî dikare navbera xwe û Amerika jî nerm bike, çewe li gel Ewropa destvê yekê kirî. Dikare bi temamî berê xwe bide Rusya û benê heyî jî li gel Amerikayê qut bike. Lê Tirkiye nikare vê ragire û ber bi qonaxek xirabtir ve diçe.Nûçe/AnalizN.Firat

Back to top button