Polîtîk

Pêwîstiya Iraqê bi hevpeymaniyeke berfireh û bihêz heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa Rûdawê ragihand, ji bo ku Iraq bikare pirsgirêkan çareser bike û hikûmeta nû jî bikare destûrê cîbicî bike û hemû pêkhate xwe bi hevbeşî di rêvebirina Iraqê de bibînin, divê alî û lîsteyên serkeftî yên hilbijartinan, hevpeymaniyeke berfireh û bihêz pêk bînin.Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derbarê hevpeymaniya navbera lîsteya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedir û lîsteya Feth a bi serokatiya Hadî Amirî de jî diyar kir: “Ev pêngav erênî ye, lê ev rewş tenê bi hevpeymaniya du lîsteyan nayê çareserkirin, divê hevpeymaniyeke berfireh û giştgîr were pêkanîn.”Rûdaw: Hûn çawa li wê hevpeymaniyê dinerin, ku di navbera lîsta Saîrûn û Fetih de, hatiye ragihandin?Nêçîrvan Barzanî: Hemû jihevnêzîkbûnên alî û lîstên Îraqê, di vê demê de gavên erênî ne, lê ev rewş bi hevpeymaniya 2 lîstan nayê çareserkirin, divê hevpeymaniyeke berfireh û giştgir bê dirustkirin, ji bo ku karîn hebe, derbarê dîtina çareserkirineke bingehîn ji kêşeyên Îraqê re, û hemû pêkhateyên Iraqê xwe weke hevbeşê birêvebirina Iraqê bibînin, herwiha mafê hemûyan li gorî destûrê parastî be. Divê welatiyên Iraqê bigihêjin mafên xwe yên medenî, siyasî û xizmetguzarî, ku di destûra Iraqê de hatine diyarkirin. Ew jî bi dirustbûna hevpeymaniyeke berfireh û bihêz bicih tê.Rûdaw: Weke PDKê, herwiha weke nerîna we, hûn dibînin çawa divê hûn tevgerê ligel lîstên serkeftî yên Îraqê bikin? Nêçîrvan Barzanî: Hevbeşiya ku di helwestan de, niha di navbera PDKê û YNKê de dirust bûye girîng e, lê  her weke ku me berê jî gotiye, divê lîstên serkeftî li Herêma Kurdistanê bi hev re rûnin û karnameyeke wan a hevbeş hebe, ji bo danûstandin li ser binemaya mafên me be, di destûra Îraqê de, ligel aliyên serkeftî yên hilbijartinên Iraqê.Aniha, em naxwazin bibine beşek ji ti hevpeymaniyê bêyî ku karnameya wê hevpeymaniyê li ber çavan bê girtin, ji bo beşdarîkirina lîstên din û parastina mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî jî, mafên gelê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, weke ku di destûra Iraqê de hatine, ji ber ku di hilbijartinan de, hejmara kursiyên hemû lîstan, ne gelek e, ku weke lîstên piraniyê li wan bê nerîn, êdî ji bo ku hikûmeteke bihêz hebe, divê ew li parlementoyê, xwediyê piraniyeke berbiçav be

Back to top button