Vîdeo

Peyama Barzanî hêviyek ji xelkê re bexş kir

Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih ragihand, serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurd e û nevî bi nevî bo vî mafî xebat kiriye.Berhem Salih di konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, rûbirûbûn û derfet” de ku ji aliyê zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihokê hatiye birêxistin got, yasayên navdewletî mafê Kurd diçespîne ku mafên xwe bidest bixe. Salih amaje bi rewşa niha ya navçê kir û got, guhartin li navçeyê dibin, ew serdem jî bidawî hatiye, ku Kurd tê de kole bûn.Cihê Kurd li Iraqa nû piştî rûxandina rêjîma Beis bi girîngî nirxand û ew destûrê ku Kurd di nivîsandina wê de beşdar bûn, destkefteke mezin ji gelê Kurd re tê de hebû, lê piştî 13 salan ne Kurd û ne Ereb ji wê destûrê razî ne, ku guhartnên sereke di 13 salan de hatine, piştî hatina DAIŞê û şikestina artêşa Iraqê.Salih amaje kir, bi sedan milyar ji dahtiya petrola Iraqê hatiye xerckirin, lê ti aramî bidest nexistiye û ti pêkhateyek ji rewşa niha ne razî ye.Derbarê man yan serxwebûnê de jî Salih got, di herdu bijardeyan de biryar ya xelkê Kurdistanê ye û ji serkideyatiya siyasî ya Kurdistanê jî vedigere û pêwîst e ev pirs li Bexdayê yekalî bibe, ne li Enqere ya Washingtonê.Bo vê yekê jî nimûneya Qubrusa Bakur, Başûrê Sodanê û Çîk û Slovakyayê anî, ku em yekê hildibijêrin, lê ti kes nikare mafê serxwebûnê ji gelê Kurdistanê re înkar bike û ragihandina serxwebûnê pêngava yekem e, piştre arasteyek e ku gelek girîng e, ji berê wê ev sê nimûne aniye.Di beşeke din ya gotara xwe de derbarê serxwebûna Kurdistanê de, Berhem Salih got, veguhastina serxwebûnê ji Bexdayê bo Enqere yan Tehranê nabe û pêwendiya me ligel Bexdayê girîng e û di pêşeroja kêmtirîn pirsgirêk ligel welatan hebe, Bexda ye.Di dawiyê de Salih amaje bi pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê kir û got, pirsgurêka cidî li welatê me heye û pêwîstî bi çareseriyên bingehîn heye, pirsgirêkên me yên siyasî û aborî hene û komeke pirsgirêkên din jî hene, dema wê yekê ye ku axaftinê li ser wan bikin û Kurdistanê ji rewşa niha rizgar bikin.Herwiha di vê derbarê amaje bi peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got, peyama Barzanî hêviyek ji xelkê re bexş kir, bo çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha amaje bi Şêx Mehmûd Hefîd, Qazî Mihemed û Mela Mustefa Barzanî kir û got, ev derfeta niha bo serkirdeyatiya Kurd hatiye, ti demekê nehatibû.https://www.youtube.com/watch?v=JuY8_L6pN4o

Back to top button