Nivîsar

Peyama Kurdan li Washington: Em êdî bindest najîn

Husên KurdnejadLi ser destpêşxeriya Tora Medyayî ya Kurdistan 24 û Washington Times, konferansek li ser referanduma Başûrê Kurdistanê li Kongirêsa Amerîkayê birêve çû.Dostên Kurdistanê li Amerîka, ji generalên mezin ku li Kurdistanê xizmet kirine û ji rojnamevan û siyasetmedar û lêkoler û endamên pilebilind ên Kongireya Amerîkayê, di wê konferansê de beşdar bûn. Ji aliyê Kurdistanê ve jî dêlêgasyonek bi serokatiya Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ve beşdar bû.Peyama Kurdan bo beşdarbûyên vê konferansê û bo berpirsên Amerîka û raya giştî ya amerîkî, di çend xalên sereke de diyar dibe:1- Kurdistan êdî dikare bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.2- Îran û Iraq û ti kesekî din nikare biryara me bide ku çi ji me re baş e.3- Kurd û Kurdistan çarenivîsa xwe naxin destê tu kesî û êdî pêşeroja xwe naxin destê qeza û qederê de.4- Li ser van bingehan, niha dema dewletbûna Kurdistanê ye. Niha dem dema Kurdan e.Peyama dostên Kurdistanê di konferansê de jî ew bû:1- Erê, niha dema dewletbûna Kurdistanê ye.2- Divê piştgiriya Kurdan bê kirin.3- Divê Amerîka zêdetir pêngavan bavêje ji bo parastina Kurdistanê.4- Divê rêz li sînorê di navbera Iraq û Tirkiyê de bê girtin.Birêkirina van peyaman bo komîteyên cuda ên Kongre û Snaya Amerîka, dibe berdewamiya çalakiyan, gotûbêjên navendên hizrî û ragihandinê li ser bingeha vê peymanê de berdewam dibe.Xaleke girîng ku divê em di vê proseyê de bala xwe bidênê ew e ku pêngavên îdareya Amerîka ne û bê ku behsa Kurd û Kurdistanê bike bo lawaztirkirina dijberên Kurdistanê. Divê ev pêngav wek piştevaniyên girîng ji bo rizgariya Kurdistanê bên dîtin.Eger em ji hemû aliyan ve berê xwe bidin rewşa navçeyê û navdewletî, emê bibînin ku rewş ji bo azadiya yekcarî ya Kurdistanê amade ye û hemû kart di berjewendiya Kurdan de dikevin meydana siyasî ya Kurdistanê de.Ev hemû barên giran dikevin ser milê aliyên siyasî yên Kurdistanê ku vê berpirsyaretiya han helbigrin. Hunera siyasetê di vê qonaxê de ji hemû qonaxan zêdetir e ku divê helwesta xwe ya sereke diyar bikin û eger 5 yan 6 pirs bûn karê wan ê sereke, wê çaxê diyar dibe ku tiştekî girîng li cem wan girîng tune ye. Ev jî dersekî dîrokî ye di siyaset û aborî de.Peyama Birêz Mesrûr Barzanî ku êdî Kurdistan çarenivîsa xwe naxe destê tu kesî de û niha dema dewletbûna Kurdistanê ye û ew dem jî dê Kurd bi xwe diyar bikin, ev peyam yekalîker e û eşkere û zelal e, da ku dostên me jî ji me fêm bikin û pirsa me jî bixin nava pirsên xwe yên sereke de.Piştî wê konferansê, tişta ku niha dikeve ser milê milet û xelkê vî welatî ku li derdora serokatiya xwe kom bibin ji bo serxistina vê pirojeya neteweyî ku ji her kesî tê xwestin. 

Back to top button