Dosya

Peyama salvegera Qeladizê

Hikûmeta Kurdistanê di 44 saliya bombebarana bjarê Qeladizê ji aliyê rijma wê demê ya Îraqê ve, di peyamekê de wê bûyerê bi bîr tîne  û dibêje ku rijêma Îraqê ya wê demê di 24.04.1974ê de reştirîn û qirêjtirîn kerib û kîna xwe bi ser bajarê Qeladizê de barand û xwest bajêr û îradeya gelê Kurdistanê bi timamî jinav bibe.Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de dibêje lê yên jinavçûyn zalim û sitemkarên rijêma Îraqê yên ku Kurdistan dabû ber êrîşên hovane, kîmiyabaran û bozrê koçberkirinê û bajar û gundên Kurdistanê jî bi ser bilindî man.Teksta peyama hikûmeta Kurdistanê:Îro 44 sal bi ser bombebarana bajarê xweragirê Qeladizê li ser destê rijêma berê ya Îraqê re derbas dibin ku ji encama wê bombebaranê bi dehan ji kurên Kurdistanê şehîd û birîndar bûn.  Wê bombebaranê Zanîngeha Silêmaniyê armanc girt ku wê demê, dema şoreşa Îlonê,  bajarê Qeladizê ew hêmbêz kiribû.Rijêma wê demê ya Îraqê wê rojê reştirîn kerib û kîna xwe bi ser Qeladizê de barand û  xwest timama bajêr û îradeya gelê Kurdistanê jinav bibe, lê yên ku jinavçûn sitemkar û mergdostên rijêmê bûn ku Kurdistan xistibû ber êrîşên bombebaran, kîmiyabaran, şewitandin û raguhestina bizorê. Qeladizê, bajar û gundên me bi serbilindî û xweragirî man û îradeya jiyandostiyê, avadankirinê û şaristaniya gelê me biserkeft, niha jî li şûna zanîngeheke şehîd, Kurdistan xwedî bi dehan zanîngehên modern e.Avadankirin û nehêlana tesîr û şûnwarên nerênî yên bi dehan salên siyaseta wêrankirin û şewitandina Kurdistanê li ser destê rijêmên sitemkarên Îraqê,  ji hemû aliyên ve; êkonomî, civakî, derunî û kultûrî, ji pilan û karên herî pêşîn yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di hemû waran de kar jê re dike.Di vê bîranînî de, nemrî û silav ji bo canê paqijê şehîdên bombebarana sala 1974ê û raperîna pîroza sala 1982ê li Qeladiza xweragir û teveya şehîdan.Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê24.04.2018

Back to top button