Vîdeo

Peyama serokê Kurdistanê ji bo Kurdistaniyan

Serok Barzanî dibêje: Gelek ji zû ve nîşanayên armanca wan xirab hebûnvê leyiztikê bikin referandum kirin bihane.Derbarê şerê Mûsilê de Serok Barzanî got: “Di şerê rizgarkirina Mûsilê de, heger Pêşmerge nebûye, ti carî artêşa Iraqê nikarîbû Mûsil rizgar bikira.”Li ser helwesta civaka navdewletî Barzanî got: “Me wiha dizanî ku civaka navdewletî rêzê li qurbaniyên Kurd digire û Bexda jî dilsoz dibe, lê mixabin me dît ku her demê hemû hewlên wan ew bû, wê derfetê îstixlal bikin.”Derbarê bûyerên roja 16ê vê mehê û êrîşa li ser Kerkûkê de, Serok Barzanî got: “Berê min di gotara xwe de ragihandibû, divê pêşbîniya fişar û astengan bikin, lê bi ti awayekî me pêşbînî nedikir û bi xeyala me de nediha, ku şeva 15 li ser 16 ew xiyanetiya mezin li Kerkûkê bibe û ji pişt ve xencerê jehrkirî li Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bidin. Dengê 3 milyon dengê gelê Kurdistanê kir ku karên xwe sextetir bikin. Ew xiyanet nebûya, niha rewş bi awayekî din dibû.”Li ser helwesta Amerîka, Barzanî amaje bi wê yekê kir, tiştê herî balkêş ew bû, ewên ku Amerîka navên wan bi terorist binav dikirin, li tankên Abrames a Amerîkî siwar bibin û li pêş çavên Amerîka êrîşî gelê Kurdistanê bikin û Amerîka jî temaşe bike.Li ser êrîşa Serok Barzanî got jî: “Me çendî hewl da şer nebe, lê hêzên Iraqî û bi taybet Heşda Şeibî tûşî xirûrê bûn û ti sînorek nehêştin û xwastin bi pêş ve werin. Ew behsa cibicîkirina destûrê dikin, lê mebesta wan ne cibicîkirina destûrê ye, ew dixwazin heybet û rûmeta gelê Kurdistanê bişkînin.”Herwiha Serok Barzanî got: “Mirinê hildibijêrin û nahêlin rûmeta me bê şikandin.”Barazî got jî: “Heger bi xwena wan ew e, bi çend heşekî navçeyên li dervyî Herêma Kurdistanê talan bikin û xelkê derbider bikin û Kurdistaniya wan navçeyan biguhêrin, ne mumkîn e ev rewşa niha bê qebûlkirin.”Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê, “Bilindtirîn pile û paye ji min re Pêşmergetî ye. We dilniya dikim ligel we dibim û Pêşmergeyê we me.”

Back to top button