Dosya

Peymana emnî ya navbera PKK û Îranê aşkere bû

Li gor hin çavkaniyan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Komara Îslamiya Îranê berî sê salan bi hev re peymaneke emnî di navbera xwe de îmza kiriye û ew şerê vê dawiyê li devera Kêleşînê PKKê li dijî Partiya Demokrata Kurdistana Îran (PDKÎ) dest pê kirî ji berhemên wê rêkeftina emnî bûye.Li gor malpera Basnews, çavkaniyeke nav PDKÎ ji rê aşkere kiriye ku, berî sê salan rêkeftineke emnî di navbera PKKê û Komara Îslamiya Îranê de hatiye îmza kirin û li gor wê rêkeftinê PKK çalakiyên xwe, bi taybetî çalakiyên serbaziyên Kodar basikê PKKê li Rojhilata Kurdistanê, di nav Îranê de rawestîne û sînorê Qendîl û deverên din ser sînor navbera Başûr û rojhilat ji bo Îranê biparêsze û Îran jî li hember vê yekê dê hevkaîr û alîkariya PKKê bike.Ew berpirsê PDKÎ dibêje ku, pêşmergeyên rojhilata Kurdistanê ji ber rewşa herêma Kurdistanê çalakiyên xwe yên leşkerî li ser sînor ragirtine û vê dawiyê dixwest baregayekî xwe ji bo karûbarên rêxistinî û çûna hundir li devera Kêleşîn çê bikin, ”lê PKKê li gor wê peymana bi Îranê re heye êrîşê pêşûmergeyên me kir û ji bo derbasbûna pêşmergeyên em astenghiyan çê dike.”

Back to top button