Nûçeyên Kurdistanî

Pirojeya avakirina leşkrek profesyonal

Pirojeya avakirina leşkrek profesyonal

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 09.05.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel general Tom Beckett nûnerê taybetiyê serokawezîra Birîtaniyayê ji bo karûbarên emnî li Îraqê û şandeya pê re ku ji Frank Beker balyozê wî welatî li Îraqê û çend fermandarên arteşê pêkhatibû, kir.

Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û wezîrê pêmerge bi wekalet amade bibûn, şandeya mêvan behsa pirojeya tîma navdewletî ya ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya profesyonal ji bo pêşmergeyê Kurdistanê kir û sipasiay hikûmeta Kurdistanê kir ku ji bona amadekirina wê pirojeyê hêsankarî û hevkariyek baş kir.

General Beckett serkeftinên mezin yên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstan de bi desr xistine bilind nirxandin û diyar kir ku pêşmerge bûye sembola bergiriyê ji mirovatiyê, hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û arteşa Îraqê di operasyona azadkirina Mûsilê de bilind nirxand û got ku divê parelel digel operasyonên leşkerî, piroseseke siyasiya giştgîr bi beşdariya hemû pêkhateyan û aliyên dest pê bike. Wî tekîd li ser berdewamiya alîkariyên Birîtaniyayê bo Herêma Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên berdewam yên Birîtaniyayê ji bo Herêma Kurdistanê û amadekirina pirojeya avakirina hêzeke profesyonal ji aliyê tîmeke navdewletî ve, kir û ew piroje bilind nirxand û gor ku, dê ji bona diruskirina hêzeke profesyonal û modern ji bo pêşmerge alîkariyek ber bi çav hebe.

Serowkezîr ji şandeya mêvan re got ku ji bona azadkirina Mûsilê ji bin destê terorîstan, hevahengiyeke baş di navbera pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê de heye û encamên beş hebûn, giringe ji bona qonaxa piştî azadkirina Mûsilê Bexda piroseseke siyasî bi beşdariya hemû pêkhateyan dest pê bike daku ji bo xelkê deverê bawerî çê bibe û bo ser mal û warên xwe vegerin û bi aramî bijîn.

Nerîna min :