Dosya

Pirojeya avakirina leşkrek profesyonal

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 09.05.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel general Tom Beckett nûnerê taybetiyê serokawezîra Birîtaniyayê ji bo karûbarên emnî li Îraqê û şandeya pê re ku ji Frank Beker balyozê wî welatî li Îraqê û çend fermandarên arteşê pêkhatibû, kir.Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û wezîrê pêmerge bi wekalet amade bibûn, şandeya mêvan behsa pirojeya tîma navdewletî ya ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya profesyonal ji bo pêşmergeyê Kurdistanê kir û sipasiay hikûmeta Kurdistanê kir ku ji bona amadekirina wê pirojeyê hêsankarî û hevkariyek baş kir.General Beckett serkeftinên mezin yên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstan de bi desr xistine bilind nirxandin û diyar kir ku pêşmerge bûye sembola bergiriyê ji mirovatiyê, hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û arteşa Îraqê di operasyona azadkirina Mûsilê de bilind nirxand û got ku divê parelel digel operasyonên leşkerî, piroseseke siyasiya giştgîr bi beşdariya hemû pêkhateyan û aliyên dest pê bike. Wî tekîd li ser berdewamiya alîkariyên Birîtaniyayê bo Herêma Kurdistanê kir.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên berdewam yên Birîtaniyayê ji bo Herêma Kurdistanê û amadekirina pirojeya avakirina hêzeke profesyonal ji aliyê tîmeke navdewletî ve, kir û ew piroje bilind nirxand û gor ku, dê ji bona diruskirina hêzeke profesyonal û modern ji bo pêşmerge alîkariyek ber bi çav hebe.Serowkezîr ji şandeya mêvan re got ku ji bona azadkirina Mûsilê ji bin destê terorîstan, hevahengiyeke baş di navbera pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê de heye û encamên beş hebûn, giringe ji bona qonaxa piştî azadkirina Mûsilê Bexda piroseseke siyasî bi beşdariya hemû pêkhateyan dest pê bike daku ji bo xelkê deverê bawerî çê bibe û bo ser mal û warên xwe vegerin û bi aramî bijîn.

Back to top button