DosyaNivîsar

Pirsa mana hêzên PKKê li Şengalê

PIRS: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike.Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?Mistefa Şefik bersiva pirsa Rojevakurd dide û dibêje: Gelo siyaseta PKKê li hember  Başûr di çil salên derbaz bûye çi feyde daye Başur, çı feyde daye Bakur, çı feyde daye doza Kurd bi gişti?Bersiva Mistefa Şefik:————————————————————————————————————-Pirsa mana hêzên PKKê li Şengal.Man û hebûna PKKê li Şengal û deverên dinê Başûrê Kurdistanê beriya her tiştî pirsek huquqî  û yasaya nav dewletîye. Herêma Kurdistan herêmeke li gor makezagona nû ya Îraqê statû û mafên xwe hene.Hebûna her hêzek bîyanî  di sinûrên deshilata herêmê de  divê herêm moletê ( îznê) bide , dema herêm îznê nede ew dem li gor yasa Îraqê û yasaya nav dewletî  bi hêzek ne meşru û qeçax tê hesibandin .Ew dem desthilata  herêmê li gor yasaya  navdewletî dikare li hember vê hêza hanê tev bigere. Li gor vêna niha hebûna hêzên PKK ê li Şengalê û deverên dinî Başûrê Kurdistanê  meşuryeta wêna nîne,  hêzek ne meşrure.PKK hatina  DAIŞ kir behane ji bona hatina xweyî  vê deverê, ev tû meşruyetê nade PKK ê hêzên hevpeymana navdewletî  yên ku hatine Îraq û Kurdistanê di çarçova pêwendîyên fermî de hatine herêmê, lê PKK tû fermîbûneke wê di vî warîde nîne. Dibe kû destpêka hatina DAIŞ û rewşa awarte ya wê demê bikin bingeh ji bona mana xwe, lê di vî warî de herêma Kurdistan niha kontrola vê deverê kiriye û parastina deverê dike, sûpasiya wan hêzan jî kir ewên kû hevkar bûne di rizgarkirina Şengalê de.Lê di dema niha de pêtiviya mana tû hêzan nîne. Hêzên rojhilatê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan jî weke PKKê beşdar bûn di şerê DAIŞ de lê weke hevkar û piştîvanî  ji bona Başûr, neke ji bona dagîrkirina xaka Başûrê Kurdistan, ev dû mebestên cûdane, wate hevkarî û piştîvanî tişteke, dagîr kirin û destdanîna ser  tiştek dine, eva kû niha PKK dike ne hevkarî û piştevaniye.Di warê sîyasî de eger em li meselê binêrîn divê mirov bi pirse Gelo mana PKKê çi mefa dide doza Kurd li Bakûr yan Başûr an jî perçeyên dinî Kurdistan?Gelo  PKK li Bakûrê Kurdistanê ku meydana sereke ya xebata PKKê ye, PKKê ew meydan berdaye û li duriya sedan Kîlometran ji bakûr hatîye li Şengal sekiniye çi feyde di vê siyaseta PKKê de heye?Ev di demekî  de ye ku tu armancên PKKê ji bona doza Kurd nemane û hemî setratejiya  xwe  li çarçovê Tirkiya Demokratîk guheriye. Gelo ji bona Tirkiya Demokratîk hebûna hêzên çekdarên PKKê  li  Şengal çi mana wê heye? Bawer nakim rayedarên PKK ê bersivek rast ji bona van pirsan hebin. Lê divê gelê Kurd û dostên gelê me van pirsan ji PKKê bikin.Di alîyê din de tişta herî  giring  ku her kes liser raweste û mukur be liser ewe ku, divê em bipirsin gelo siyaseta PKKê li hember  Başûr di çil salên derbaz bûye çi feyde daye Başur, çı feyde daye Bakur, çı feyde daye doza Kurd bi gişti?Gelo ev siyaseta çewta PKKê li hember Başûr meşandî  tu encamên baş, ji bona Başûr an jî doza Kurd bi giştî bi dest xistine? Bê guman nexêr,  ji xeynî  şer malwêranî  û Kurd kujîyê pêva tu encamek nebûye. Ne tenê  ji bona Başûr belkû  ji  bona PKKê bi xwe jî ev siyaseta çewt hertim şikest û paşdaçûn ji vê siyasetê derketiye, başe çima sexmeratî   van  encamên  xerab  û şikestinê çima hîn PKK dixwaze  vê   tecrûba ne baş li Şengal  jî dubare bike? Nexasme bi eşkere ji  bona armanca hind hêzên herêmî  û  Îraqî di  xwaze Kurdistan bike qurbanî?Li kîjan alî em dinêrîn tû wate ji bona ev siyaseta PKKê nîne,  tenê ewe kû eger li ser vê siyaseta hanê bimeşe  ewê weke çendîn carên din ezmûna mîna Komara Zapê li Şengal dûbare bike, ewê zirarê bide doza Kurd, ewê doza Kurd şûnda bide û bibe asteng li pêş gav avêtinên Başûrê Kurdistan bi taybet asteng kirirna serxwebûna Kurdistane, ev jî tenê xizmeta dijminên Kurda dike tû feyde nade tû  kesek  din.Ez  bawerim  wê  herî   zêde jî  xelkê  Şengalê  baca  van  şaşiyên  PKK ê bide an jî bibe qurbanî van Şaşiyan. Hêvîdarîn rayedarên PKKê  ji   tecrûbên derbaz  bûyî  ders  derxînin û şaşiyên  xwe yên   ku  çendîn car bi zerara  Kurdan  temam bûne li Şengalê dûbare nekin.Mistefa Şefik 

Back to top button