CivakPolîtîk

Pirsek bê bersiv: Efrîn

Di derbarê Efrinê de û taybetî derbarê rewşa şer de nûçeyên cuda hene. Gelo Tirkiye heta kû derê vegirtiye, dê di vê rewşa niha de , midaxeleyek nebê hêzên HSD dê bikaribin Efrinê biparêzin? Ev pirsa herî giring e. Rastiyek heye herêma Efrinê hemû bûye qada şer, xelkê sivîl zerera herî mezin dibîne, jin zarok têne kuştin. kurd ji Efrinê koçber dibin.Ev tişt hemû têne kirin li herkes taybetî medya kurdî behsa dahatuya Efrinê nake. Siyaseta PKKê li Efrinê nanirxîne. Tenê nûçeyên ku ji hemû deverên din jî têne belav kirin didin. Li Efrinê qarasetek mezin heye. Efrin bi temamî bikeve destê Tirkye de berbi pêvajoyek nû ve here. Demografiya Efrinê tê guhertin.  Lê mixabin aliyên kurd bê ku rastiya Efrinê bibînin bi awayek propagandeyê behsa rewşa Efrinê dikin.Rastiya Efrinê çiye? Li ser Efrinê çi hesab têne kirin? Siyaseta PKKê di vê derbarê de divê çewe bê nirxandin. Gelek ali xwe ji van pirsan dûr têxin û behsa tiştên rojane dikin.Efrin ji dest diçe….Mixabin. 

Back to top button