Kultur

Pirtûkek nu

VÊJEXANE DERKET JIYANÊEv pirtûka bi navê VÊJEXANE, ji 741 kurtenivîs û gotarên cuda ku di sala 2017an de li rûpela Facebooka me hatine weşandin, hatiye amadekirin. Ji van, 351 nivîsên normal in û 390 jî kurtenivîs in, hinek jî helbest in.Nivîsên wek gotar li pêşî û kurtenivîs jî li dawîn hatine bicihkirin.Li serê hemî kurtenivîsan di nava kevanekan de peyva (bêjimar: ) û piştre jî jimar hatine nivîsandin.Her gotarek bi navek û naverokek cuda hatiye nivîsandin. Bi piranî naveroka wan li ser Ziman û Çanda Kurdî ne. Herweha ev gotar rê li gelek babetên cihê vedikin ku xwendevên me têkevin nava lêkolînên cuda û xebata xwe bidomînin. Xasma jî ev naverok dê ji bo xwendekarên Beşên Kurdî yên zanîngehan jî bibin alîkar.Li dawiya pirtûkê lîsteya 127 pirtûkên me ku ji 1986 hetanî 2018an di demên cuda de hatine weşandin cih girtiye û piştre jî naveroka pirtûkê hatiye bicihkirin, ji destpêka pirtûkê jimar 1 hetanî jimara 741ê domandiye.Bi hêviya ku ev pirtûka 716 rûpelî di warê Çanda Kurdî de ji bo ciwanên Kurd bibe alîkar, herweha refên Pirtûkxaneya Kurdistanê jî pê şên bibin.Stockholm 21/ 03/ [email protected]www.pencinar.se    

Back to top button