Vîdeo

Pişgiriya referanduma serxwebûnê dike

Rêxistina Dostaniya Kurdistan – Îsraîlê wek saziyeke sivîl a navnetewî ku li ser refrandomê helwesta wan heye û li ofîsa xwe ya Almanya nêrîna endam û raya giştî ya saziya xwe ragihandin.Dostaniya Kurdistan – Îsraîlê Dr. Bextiyar Îbrahîm ji K24ê re wiha axivî: “Referandom mafekî rewa û yasayî yê gelê Kurdistanê ye, ku referandomê li ser xaka xwe rabigihîne û xelk tê de beşdar bibe. Me ji hemû endamên KIFA re ragihandiye ku beşdarî referandomê bibin û dengên belê bidin serxwebûna Kurdistanê.”Rêxistina Dostaniya Kurdistan – Îsraîlê di sala 2010an de li Almanyayê hat damezrandin û endamên wê ji gelek netew, ol û etnîkên cîhanê pêk tên, ji destpêka avakirina wan ve diruşma Kurdistaneke serbixwe hildaye û di nava piraniya çalakiyên girêdayî kurdistanê de cîh digirin.Cîgirê Serokê rêxistinê Kardox Candost jî ji K24ê re got: “Em wek rêxistinekê di nava dewleta Kurdistan û Îsraîlê de pireke dostaniyê girê didin, ji ber ku Kurdistan û Îsraîlê kilîta aştiyê ye di hundir Rojhilata Navîn de. Di Kurdistanê gelek milet û ol dijîn, ku ew Kurdistanî ne. Li Îsraîlê jî gelek milet û ol dijîn, ew jî Îsraîlî ne.”https://www.youtube.com/watch?v=n1NM_oYf3Lk

Back to top button