Polîtîk

Piştî hilbijartina pêvajoya “Aşitiyê“

Rawêşkarê serokkomarê Tirkiye Îlnur Çevik  di bernameyek televizyonî de da xûyakirin ku, Kurdistana Iraqê ji helwesta serokkomarê Tirkiye Erdogan ya di derbarê Referanduma Serxwebûna Kurdistanê de dilgirane. Ev yek jî bandora xwe di hilbijartinan de dengên kurdên Tirkiye dike.Çevik di kanala Haberturkê de behsa pêvajoya hilbijartina kir û got: Piştî hilbijartina birêz serokkomar dê hinek gava bavêje ku dilê kurda xweş bike.Kurd jî bi vê yekê bawerin.Herweha çevik da xûyakirin ku, ihtimalek mezin heye ku piştî hilbijartina cardin pêvajoyek ji bo aşitiyê destpê bike.Aliyên Kurdistanê vê daxûyaniya Çevik wek gotarek ya hilbijartina dinirxînin. Her dema hilbijartin çêdibin hemû alî ji b0 çend dengên zêde bigrin li ser hilbijêrên kurd dileyzin û ev yek jî baweriya kurda behtir dişkîne.

Back to top button