Nivîsar

Pîvana dost û dijminatiyê çiye?

Xeta zîz a navbera xiyanet û Nniştimanperweriyê li kû derê ye?

Roja ku Kurdistana Başûr biryara referandumê dayî heta niha, rojane ev pirs di rojeva welatên cîran de ye. Taybetî piştî serdana serokê Kurdistanê ya Bruksel behtir ev mijar tê gotubêj kirin.Di rastiya xwe de, helwesta welatên wek Amerika, Rusya û Yekitiya Ewropa her çikas di vê derbarê de ne gelek zelal bê jî û hemû behsa yekitiya axa Iraqê bikin û bêjin divê ev yek bê parastin jî, ev ne siyaseta wan ya di derbarê referanduma Kurdistanê de ye. Metirsiya wan ya herî mezin aloziya şerê li dijê DAÎŞê ye. Lê di vê derbarê de serokatiya Kurdistanê agahdariyên pêwist dane.Ji aliyek din Tirkiye di serî de, helwestek sere sere da nîşandan. Lê dixweyê çikas dema referandumê nêzik dibê helwesta Tirkiye jî tundtir dibe. Di rastiyê de Tirkiye di mercên ku herêm têre derbas dibe de nikare li himberî pêkanina referandumê bisekinê û Tu mafik wan jî di vê pirsê de tuneye. Ew sedemên ku Tirkiye didê pêş sedemên pûçin. Na eger ji bo siyaseta xwe ya navxwe hinek tiştan dibêje ev pirsek dine û dê rojên pêşiya me de helwesta wan zelaltir bibe.Referanduma Kurdistana Başûr ne tehditeke li ser kesekî û tu welatan. Miletekê wek her miletî di cihanê de mafê xwe yê çarenûsî bi kar tîne.Ji bilî ragihandina dewletek serbixwe tu demanek ji pêşeroja kurdan re tuneye. Kurdên Başûr mecburin referandumê bikin û biryarê li ser çarenûsa xwe bidin. Her dewletek herêmê li dijê referanduma serxwebunê derkeve û hewlbide bi rêyên ne siyasî li dijê vê bûyera ji bo kurda dîrokî derkeve, dê xusarek mezin bibîne.Eve 20 salin ku li Başûrê Kurdistanê, Kurdistana federele bûye kelhek ya istikrarê li herêmê. Ji bo çi hinek fikara dikin ku dê sibe ragihandina dewletek serbixwe de, kurd zererê bidin derdora xwe? Ha eger tirsa wan ji kurdên Bakur yan Rojhilat hebe, ev pirsgirêka wan e.Ji hemiyê jî girîngtir ev babet di navbera Bexda û Hewlêr de ye. Nabe kesek din serê xwe pê bi êşîne.Ji helwesta kurda û rêxixtinên bi navê kurda kar dikin girîng e. Biryara referanduma serxwebûnê berê hemû kurda daye Hewlêr û kurd hêviya vê roja dîrokîne. Vê yekê kelacanek kiriye di nava kurdan de.Tenê helwesta Goran û Komela Islamî ne zelale û behsa hinek mercan dikin.Berpirsên KCK bi zimanek fesih li dijê dewletek serbixwe derdikevin. KCK dewletek serbixwe ji bo kurda rewa nabîne. Di vê derbarê de daxûyaniyên endamê konseya rêveberiya KCKê Kasim Engin balkişe.Herweha KNK li Silêmaniyê komxebatek ji bo yekitiya netewê pêktîne û daxûyaniyekî belav dike. Daxûyanî ji 10 babetan pêktê, lê yek gotin behsa dewletbûnê û herweha referanduma serxwebûnê nayê kirin.Li Tirkiye, Iranê Iraq û Suriye nijadperestên van welatan bi hemû awayî dijitiya referanduma serxwebûnê dikin. Dijitiya mafê miletekî û heweha dijitiya mefek siruştî yê xelkekî dikin.Her aliyek siyasî kurd yan jî biyanî, her welatek ,her grubek û her dîtinek li dijê refranduma serxwebûna Kurdistanê derkeve xiyanetê li doza kurd û Kurdistanê dike.Di vê pêvajoya zîz û dirokî de, ji no kurda pîvana niştiman perweriyê bûye helwesta li himber referanduma Kurdistana Başûr.Di asta navnetewî de, kurd li gora vê yekê dostên xwe dostên xwe nasdikin.Ev referandum bûyera qedera miletekiye…20.7.2017Dara Bilek

Back to top button