Nûçeyên Kurdistanî

PKK bi zorê bacî ji koçere digre

PKK bi zorê bacî ji koçere digre

PKK bacê ji koçerên li zozanên Kurdistanê verdigre

Li gor zanyariyên berdest PKK di bin navê alîkariyê de bacê ji koçer û kesên xwedî sewal û pez ên li navçeyên sînorê başûr, rojhilat û bakurê Kurdistanê verdigre.

Ew baca ku PKKê diyar kiriye, li ser xelkê ku xwedî sewal û pez ferz kiriye û bi zorê ji wan verdigre û her kesek jî wê bacê nede rê li wî tê girtin ku sewal û pezê xwe li wan deveran nehêle û ji navçeyê tê derxistin.

Rêjeya bacê waha ye:

-Ji 100 pez û bizinan pêwîste 3 pez an jî bizin ji PKKê re bê dayîn.

-Bo her mehekê pêwîste 10 hezar dînar ji PKKê re bê dayîn.

-Bo her sandoqek mêşên hingiwîn divê 1000 dînar pare ji PKKê re bê dayîn.

-Pêwîste kesên xwedî berhemên kiştûkalî li gor rêjeya berhem bacê bidin.

Nerîna min :