Nivîsar

PKK xwe wek tevgera Kurdistana Başûr radigihîne

PKK xwe wek tevgera Kurdistana Başûr radigihîneJi fermandarên HPGê Egid Kelar  di derbarê rewşa Kurdistana Başûr û şerê dewleta Tirk û rolê PKKê li Kurdistana Başûr daxûyaniyek da. Li gora ANFê Kelar dibêje: Armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanêye û tenê PKKê dike hêcet. Kelar dibêje ku, hevalên me ji biharê û vir ve li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistanê diparêzin.Berdewamiya axavtina xwe de Egid Kelar dibêje: PKK di heman demê de tevgereke ji Başûrê Kurdistanê ye. Kes nikare vê înkar bike. Heval beşdarî şerê Celewla bûn, ji bo azadkirina Celewla li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Li Kerkûkê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û li wê derê hevalên me şehîd jî bûn. Li Şengalê hevalan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û niha jî berxwedan dewam dike ji bo gelê Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê. Yanî PKK di heman demê de hereketeke Başûrê Kurdistanê ye. PKK ne tenê ya Bakur e, PKK her wiha ya Başûrê Kurdistanê ye. Nabe ku bê înkarkirin ku PKK tevgereke Başûrî nîne. Îspat bû ku PKK tevgereke Başûrê Kurdistanê ye. Kengî êrîş li ser Başûrê Kurdistanê bû, PKK’ê Başûrê Kurdistanê parast.Egîd KelarDi dawiya axvtina xwe de Kelar dibêje: Kesên ku xwe weke pêşmerge bi nav dikin, çawa ku li Celewla, li Kerkûk û Şengalê li cem hevalan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, divê niha li gel gerîla li dijî dagirkeriya Tirk jî şer bikin. ji ber ku dagirkeriya Tirkiyeyê niha gelekî cuda ye.Ji berî her tiştekî divê mirov bide xûyakirin ku, PKK ne tevgera Başûrê Kurdistanêye û tenê bi saya serê Başûr heta niha kariye jiyana xwe berdewam bike. PKK nêzikî 500 gund li Başûr dagir kiriye û rê nade ku xelkê deverê gundên xwe ava bikin û hatin çûyinê bikin. Eger PKK ne li Kurdistana Başûr bûya Tirkiye tu cara nedikarî êrîşê vê deverê bike. PKK sedema yekemine ku berê Tirka dide Kurdistana Başûr û dibe sedemê zererek mezin digihê xelkê sivîl yê deverê.PKK dema pêwist li dijê peşmerge sekiniye û herî dawî hevpeymaniya xiyaneta 16ê Oktoberê kiriye. PKKê li dijê pêşmergeyan li gel Milisên Şîe hevalbendi kiriye û heta nihajî li devera Şingalê berdewam dike.Rastiya xwe de pêwistiya Başûr tuneye ku PKK bergiriyê li wan bike. Bila nebe sedemê êrîşa tiştek din jê nayê xwestin.Li Rojavayê Kurdistanê siyaseta PKKê ya çewt bû sedemê valabûna Kurdistanê. Gelek kurd li Rojavayê Kurdistanê ji ber tirs û zilma PKKê bûne penaber.Eger raste PKK bergiriyê li xaka Kurdistanê dike bila li Bakur bike. Şûna herêmên “azad“ li Kurdistana Başûr ava bike, bila gundek yan jî bostek axa Bakur “azad“ bike. Armanca PKKê ne parastina xaka Kurdistanê ye.PKK li herêmê destê hinek dewletên dagirker de leyiztike ku li dijê berjewendiyên netewî tê bi karanin.Ev Fermandarê bi navê Egid Kelar bi xwe haj ji siyaseta PKKê tuneye û diaxêve.Nûçe/Analîz 

Back to top button