DosyaNivîsar

PKK ger nikare bibe piştgir, bila nebe pêşigir

Rojevakurd : Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike. Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?Serokê Giştî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê(PSK) Mesud Tek bersiva pirsa Rojevakurd dide û dibêje: PKK divê rêz li halwest û daxwaza karbidestên Herêma Kurdistanê bigre û divê bibe piştgirê Herêma Kurdistanê, ger nikare bibe piştgir, bila nebe pêşigir. Bersiva Mesud Tek Serokê PSKê:Şîngal navçeyek e, ku navenda Iraq û Herêma Kurdistan li serê nakok in, yek ji herêmên Kurdî ye, ku îro li dervayê Herêma Kurdistanê maye, ango di çarçeveya Xala 140 a Destura Iraqê da ye.Em dizanin, ku hemu hikumetên navendî pabendî Desturê nebûn û bona cî be cî kirina Xala 140 a Desturê ne tenê kar nekirin, her usa gelek asteng derxistin li pêşiya cî be cî kirina xalên Desturê.Hikumata Herêma Kurdistan û Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistan jî hertim hewl dane, ku xala 140 a Destura Iraqê were cî be cî kirine, daku herêmên veqatî vegerîn li ser Herêmê.Cî be cî kirina xala 140 a Desturê û vegerandina ”herêmên nakokî lî ser” wekî Kerkuk, Şengal û Xeniqin û hwd, daxwaza hevbeş a hemu Kurd û rêxistinên Kurdistana Başur e.Di zirufeka usa da halwest û daxwaza PKk ya derheqa Şîngal û Kerkûkê, ligel daxwaz û halwesta gelê Kurdistana Başur û rêxistinê wan nagunce û çewt e û nayê qebul kirinê. PKK divê rêz li halwest û daxwaza karbidestên Herêma Kurdistanê bigre û divê bibe piştgirê Herêma Kurdistanê, ger nikare bibe piştgir, bila nebe pêşigir.Hebûna çakdarên PKK li Şingarê bi vî awayî ye.Belê rast e, di destpêka êrîşa DAÎŞ lî ser Şingalê şervanên YPG alîkariya Êzîdî û xalkê Şingalê kirin. Mala wan ava be û karbisten Herêma Kurdistanê gelek caran spasiya alîkariya hanê kirin.Lê îro Şingal azad e û metîrsiyeka usa mezin li ser Şingalê nîne û hebûna gerîlayên PKK li Şingal e dibite asteng di proseya asayî kirina rewşa Şingalê. Ji bona ve yêkê jî Hikumeta Herêma Kurdistan û xalkê deverê gelek caran ji PKK daxwaz kirine, ku gerîllayên xwe yên li Şingalê vegerîne ciyên xwe. Lê heta niha PKK daxwaza hanê pesend nekiriye, ku ev yêka jî dibe sedema qirjî û alozî li herêmê.PKK divê ezmuna Kobanî li ber çav bigre. Pêşmerge ji bona alikariya berxwedana Kobanî çûyê wir û mil bi milê şervanên YPG şer kirin û gava pêdiviya Peşmerge nema, vegeriyane baregehên xwe.PKK jî divê usa bike. Îro Şingal pêdiviya gerîllayên PKK nîne û divê PKK guhe xwe bide daxwaza Hikumeta Herêma Kurdistanê û gerîllayên xwe vegerîne baregehê xwe.Eger na, her rudaneka nehazyar û nehez û tahl û dilêş bigewmin, berê her kesî PKK dibe berpirsê bûyerên hanê.07.02.2016Mesud Tek   

Back to top button